STENBOL - 7 kesên bi sedema destê wan di komkujiya Reînayê de heye bi îdîaya endamên DAIŞ'ê ne hatibûn girtin hatin berdan.
Li Ortakoy a Stenbolê di êrîşa şeva sersalê ya li Reînayê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di yekemîn danişîna dozê de 7 girtiyên ji êrîşê berpirsiyar girtî dihatin darizandin hatin berdan. Di 15'ê Kanûnê de, bi tevlîbûna 44 girtiyên bersûc û 6 bersûçên ne girtî rûniştina doza komkujiya Reînayê li salona 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de bersûc û parêzeran daxwaza berdanê kirin. Piştî parastinan heyeda dadgehê biryara xwe eşkere kir. Şandeya Dadgehê ji bo bersûc C.Ç., M.J., S.B., A.T., M.K., K.K. û M.M. bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da. Dadgehê danişîna dozê taloqî 26’ê Adara 2018’an kir.