ENQERE - Alîgirê Seroke Îrlandayê Simon Coveney, pirsnameya der barê danişîna Selahattin Demirtaş bersivand û got: “Divê pirsgirêkên hatine rawestandin bi riya diyalogê bên çareserkirin."
Li gorî agahiyên Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê bi raya giştî re parve kir, doza girtina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ên di 6-7'ê Kanûnê de hatin dîtin, şandin rojeva meclîsa Îrlandayê. Ji Parlamentoya Navendî ya Îrlandayê berdevkê Sinn Feinê Seán Crow, Cîgirê Serokê Îrlandayê Simon Coveney pirsên der barê girtina Demîrtaş û girtiyên din ên HDP’ê de bersivand.
ME BERÊ JÎ FIKARÊN XWE ANÎBÛN ZIMAN
Simon Coveney pirsnameya HDP'ê bersivand û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd tenê bi riya diyalogê dikare çareser bibe. Coveney, anî ziman ku ger bê bîra wekilên HDP'ê berê jî wezirê me ji bo Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş danezan dabû û fikarên xwe anîbû ziman. Me hewl da di Tîrmehê de beşdarî doza Figen Yuksekdag û di kanûnê de jî beşdarî doza Selahattin Demirtaş bibin. Me hewl da têkevin salonê, lê me nekarîbû. Demirtaş bi xwe jî neanîn danişînê. Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiye gelek pêdivî bi serdestiya hiqûq, azadiya ramanê û serkeftina demokrasiyê heye. Girtina wekîlên hatine hilbijartin me dixe nava fikaran. Divê ji bo hemû kesên li Tirkiye girtî ne û tên darizandin di nava darizandina adîl û azad de bên darizandin. Girtina Selahattin Demirtaş gelekî demdirêj berdewam kir. Ev fikarê me zêde dike. Sefirên me yên Enqereyê rewşa parlamenterên HDP'ê yên girtî ji nêzîk ve dişopîne. Dê şopandinê jî berdewam bike. Ji bo çareseriya pirsgireka kurd a li Tirkiye hatiye cemidandin divê bi riya diyalogê çareser bibe."