SÊRT – Li mezraya Bêlekê ya Misircê di 12’ê kanûnê de leşkeran bi ser malan ve girt û 13 welatî binçav kiribûn. Ji 13 welatiyan 4 welatiyên îfadeyên wan hat girtin, hatin berdan.
Li mezraya Bêlekê ya girêdayî gundê Ewtê ya bi ser navçeya Misirca Sêrtê ve di 12’ê kanûnê de leşkeran bi ser malên şêniyê mezrayê ve girtibûn. Piştî lêgerîna malan 13 welatiyên di nav de extiyar jî hebûn ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin. Ji 13 welatiyan Ahmet Vural, H. Huseyîn Vural, Îzettîn Vural û Ramazan Vural duh bi şev dereng îfade dan û pişt re hatin berdan.
Şêniyên din ên gund Halîl Vural, Dîkran Vural, Hasan Vural, Îzzet Yoksu, Ebedîn Ozne, Aledîn Ozne, Çelîk Ata, Şemsettîn Balik û Vasfettîn Koç hêj di binçavan de ne û hat zanîn ku ew ê di hefteya pêş me de ya roja duşemê yan jî dê roja sêşemê îfadeyên wan bên girtin.