ÊLIH - Çêkirina Bendava Ilisuyê berdewam dike, zerara ku bendav dide dîroka Heskîfê ya 12 hezar salan û Newala Dîcleyê her roj mezin dibe.
Bendava Ilisuyê li navçeya dîrokî ya Heskîfa Êlihê tê çêkirin roj bi roj dîrok û xwezayê bi xwe re talan dike. Bi hinceta "xetereya hilweşe heye" zinarên mezin rûxandin, gelek şikeftên dîrokî bi xîzê tije kirin. Talana ku Karê Avê ya Dewletê (DSÎ), Qaymeqaymê Heskîfê û Fîrmaya Endustriyel û Çiya ya Bayê (Rüzgar Dağcılık ve Enüstriyel Firmasi) serkêşiya wê dike, di 14'ê Tebaxê de "Projeya Bihêzkirinê û Tijekirinê" dan destpêkirin û bi mehan e ev talana li ser dîrokê dewam dike.
Xebatên avakirina bendavê bi lez û bez dewam dikin, li Heskîfê ji derveyê dengê Çemê Dîcleyê, dengê maşîneyên kar bilind dibe. Qada dîrokî û hişmendiya civakê, bi maşîneyên kar tê rûxandin, Heskîfiyan aşkera kir ku "Em bê çareyî lê mêze dikin." Ciwanên ji bo gerê tên Heskîfê, dan zanîn ku bîranînên wan ên li vê herêmê tên tunekirin û gotin ku "Dema em li vir mêze dikin, em hovîtiyê dibînin."
PÊŞIYA ÇEM BI XÎZÊ HAT GIRTIN
Rûxandina li Newala Dîcleyê berdewam dike û bi vê talanê re hem hişmendiya dîrokî û hem jî xwezaya Heskîfê tê texrîbkirin. Demek berê Çemê Dîcleyê hinekî bi xîzê hatibû tijekrinin, lê niha hema bêje bi tevahî pêşiya çem bi xîzê hatiye tijekirin. Ji ber vê ava çêm kêm bûye û bi hezaran masiyên di çem de mirin. Qirêjiya di çem de bi çavan tê dîti. Tê gotin ku teqandina zinaran û rûxanin niha bi dawî bûye, ruxmê her kes li dijî rûxandina zinaran derdikeve jî hat diyarkirin ku dê bi amûrên taybet zinarên bilind bên rûxandin û ev jî dê bi xwe re texrîbatek mezin derxe holê.
HESKÎF BÛ QADA ŞANTIYEYÊ
Ji ber teqandina dînamîtan û rûxandina ku pêk hat, qasî 200 şikeftên dîrokî bi "Projeya Bi Hêzkirinê" texrîb bû û bi betonê tije kirin. Zinarên piçûk ên di nava Kelehê û Derbxaneyê de, bi maşîneyên kar rûxandin. Herêma kelehê bi tevahî bi têlan pêçane, darên li herêmê rakirin, zinar ji cihê wan bi zorê rakirin. Mahzena şerabê ya li herêmê dîroka wê gelekî kevin e, piştî rûxandin, ji bo maşînê kar rê hat çêkirin.
LI HER DERÎ RÛXANDIN DIDOME
Ji hêla din ve maşîneyên bi şev û roj rûxandinê berdewam dikin. Bi vê re li her derê Heskîfê dengê maşîneyên kar tê û kevirên Heskîfê ji cihê wan radikin û dengê wan tê bihîstin. Heskîfiyan diyar kir ku ew hînê vî dengî jî kirine, ji ber nediyariya rewşê gelekî dil bi tengin. Li herêmê avahiyên TOKÎ'yê jî tên çêkirin, lê ji ber ku bi lez û bez tên avakirin, sersariyeke mezin di çêkirinê de heye. Rayedarên dewletê di meha Cotmehê de xwestibûn esnafê li Heskîfê sûka navendê vala bike, lê nediyariya di vê der barê de jî hêj dewam dike.
TURÎSTÊN TÊN HESKÎFÊ BERÊ XWE DIDIN MIDYADÊ
Li gel vê yekê jî li Heskîfê turîzm hatiye xelaskirin û li sûka dîrokî bêdengî serdest e. Turîst hindik tên Heskîfê û ji ber ku cihên dîrokî hatine dorpêçkirin turîstên hindik tên jî nikarin li şûnwarên dîrokî bigerin. Welatiyên ji turîstan re rêberiyê dikin diyar dikin ku ji ber hilweşandina Heskîfê nikarin bigerin û bi boneya ku têgihiştina hilweşandinê belav bûye turîstên tên Heskîfê bêyî ku bigerin berê xwe didin navçeyên wek Midyadê.
HILWEŞANDIN Û NE DIYARÎ DIDOME
Li Heskîfê hêj hilweşandin û ne diyarî didome. Tê îdikakirin ku dê heta meha nîsana 2018’an tevahiya navçeyê bê valakirin. Di sala 2010’an de ji ber zinarek ji Kela Heskîfê ket xwarê têketina kelehê û cihên dîrokî bi bariyer û têlan hat girtin. Dema makîneyên kar ji bo hilweşandinê biçin cihên dîrokî rê hat vekirin lê hêj têketina welatiyan tê astengkirin. Hundir û derdora kelehê veguherindine qada şantiyê û bi têlan hatiye dorpêçkirin û nivîsa “Têketina qada şantiyê talûke û qedexeye” hatine daliqandin.
‘EM LI HILWEŞANDINÊ TEMAŞE DIKIN’
Ji ber ku me nikaribû li kelehê dîmen û wêneyan bikişînin, me xwe gihand Mizgefta El Rizik. Welatiyên me dîtin gotin ku ew ji Heskîfê ne. Dema me têkildarî rewşa Heskîfê û Çemê Dîcleyê pirs ji welatiyan kir. Şêniyên Heskîfê gotin “Serê sibê heta êvarê em li hilweşandina û tunekirina Heskîfê dinêrin.”
‘NIHA NE DÎROKÊ, BARBARIYÊ DIBÎNIM’
Hin xwendekarên zanîngehê ku hatin Heskîfê diyar kirin ku ji ber hilweşandina li Heskîfê ew matmayî mane. Ji xwendekaran Ayşegul Çelîk (19) anî ziman ku ji bo ew xweşikiya xweza û dîrokiya Heskîfê bibînin hatine navçeyê û got: “Berî qedexekirin û hilweşandinê dîmenek xweş li Heskîfê hebû. Beriya niha hemû bedewiya xweza û dîrokî li vir dihat dîtin. Em bi dîroka xwe gelek bextewar bûn. Ewil em dikaribûn li Kelehê û cihên dîrokî bigeriyan. Em li wir rûdiniştin. Dema mirov li wir rûdinişt di mêzekirina cihên dîrokî de çavan bedewiya xwezayê û bîranîn dihatin dîtin. Lê niha dema ez li wir dinêrin barbariyê dibînim. Niha dema mirov li dîroka Heskîfê dinêre ji bilî êşê tu tiştek tune ye. Dilê me diêşîne. Divê ku dest nedana giyayên vir lê niha kevir li ser kevirê nehiştine.”
‘DÎMENÊN BARBARIYÊ MIN XEMGÎN DIKE’
Çelîk destnîşan kir ku yek ji xweşikiya xwezayê ya herêmê ew e ku Çemê Botanê û Çemê Dîcleyê di bin bendava Ilisûyê de dimîne û wiha dewam kir: “Barbariyek wiha beriya min nedîtibû. Em tên vir digerin li bilî xemgîniyê tu tiştek din nîne. Wek din tu tiştek ji destê me nayê.”
‘SÛR Û HESKÎF HILDIWEŞÎNIN’
Maşallah Aydin ê 19 salî jî li dijî rewşa Heskîfê bi bertek e û wiha axivî: “Dema mirov behsa bîranînên li Heskîfê dike dilê min xemgîn dibe. Ez li navçeya dîrokî Sûrê jî geriyam. Min li wir jî talankirinê dît. Rewşa wir jî ne baş bû. Niha jî va vir hildiweşînin.”
MA / Sonya Bayik