MÊRDÎN - Rayedarên girtîgehê bi sedema "bi fikar e" dest danîn ser nameya Rojnameger Şerîfe Oruç a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye.
Rayedarên girtîgehê, dest danîn ser nameya Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku di 5’ê Tîrhema 2016’an de bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Oruç a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne. Oruç, di 25’ê Cotmehê de, nameyek têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê dijî, ji hevalek xwe yê rojnameger re nivîsand. Lê Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê name “Bifikar” dît û ji Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê re şand. Lijnê jî, li gorî Madeya 68’emîn a Hejmara 5275 a Kanûna Mafê Înfazê ya Bergiriya Ewlekarî û Cezayê dest danî ser nameyê. Di biryara nameya “Bifikare” de, hat gotin ku nameya Oruç ku xwestî ji hevalê xwe yê rojnameger re bişîne, ji wî re hat şandin.
BÊMAFIYÊN LI GIRTÎGEHÊ VEGOTIBÛ
Hat zanîn ku Oruç di nameya xwe ya hat desteserkirin de, pirgirêkên li girtîgehê û têkildarî darizandinên hin girtiyan agahiyên berfireh nivîsandibûn. Oruç, diyar kiribû ku di demên dawî gelek girtî sîrgûnê girtîgehên din tên kirin û wiha got: “Bi kamerayên Mobese yên nû li beşên ban ên qawîşan ve kirin, heya hûndirê odeyan û baxçeyan dibîne. Saetên çalakiyên civakî hatine kurt kirin. Ji ber rengan gelek kincên girtiyan nadin wan. Nameyên dinava girtîgehê de hatin qedexekirin û pirtûkên ji aliyê komîsyon ve hatin xwendin jî kom kirin.”