RIHA - Endamê Desteya Rêvebir a Navenda Komeleya Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Hîkmet Delebe, anî ziman ku bi bahaneya "îfadeya pîvekî" ji girtîgehê birina TEM'ê sepandineke dijqanûnî ye.
Endamê Desteya Rêvebir a Navenda Komeleya Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Hîkmet Delebe, dest nîşan kir ku di çarçoveya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de ew beşdarî çalakiyan bûne û di van çalakiyan de huqûqnasan li ser pêkanînên ku bi Rewşa Awarte (OHAL) re li herêmê xwe dane der axivîne.
Deleb, got ku OHAL li herêmê mafên mirovan bin pê dike û ev yek azadiyên bingehîn û mafên hatine bidestxistin berteraf dike û ev tişt gotin: "Bi taybetî jî dema huqûqnas karê xwe dikin, di lêpirsînên di çarçoveya têkoşîna li hemberî terorê de bi awayekî rihat nikarin karê xwe bikin. Her wiha li herêma me giliyên kesên ku hatin binçavkirin û hatin girtin di rojevê de bûn. Muameleyên nebaş û îşkence wek sernavên girîng derketin holê. Bi taybetî jî kesên di çarçoveya têkoşîna li hemberî terorê de tên lêpirsînkirin bi awayekî nebaş tên ragirtin." Delebe diyar kir ku di demên dawî de Riha jî di nav de ji herêmê gelek kes bi awayekî netomarkirî serî li TBB'ê didin û wiha got: "Tu pesariyeke wê ya huqûqî tune ye ku kesekî girtî dîsa ji bo îfadeyê dibin TEM'ê. Ev xusûs di Komcivîna Mafên Mirovana a Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê de jî di rojevê de bû. Her wiha li herêma me kesên girtî dîsa dibin TEM'ê û di bin navê lêpirsînê de bi muameleyên nebaş nêzî wan dibin. Têkildarî vê îdiayên îşkenceyê derketin holê. Giliyên ku parêzer der barê îdiayên îşkence û muameleyên nebaş kirin întiqalî desteya me ya mafên mirovan kir."
‘TU PESARIYEKE QANÛNÎ YA ÎFADEYA PÎVEKÎ TUNE YE'
Delebe, diyar kir ku li Rihayê di bin navê "îfadeya pîvekî" de girtiyan ji girtîgehê dibin TEM'ê û îdiayên muameleyên nebaş û îdiayên îşkenceyê gihaştiye asta ferzkirina "îtirafkariyê" û herî dawî ev tişt gotin: "Li Rihayê ev yek pir berbelav e. Heta îtirafkarî tê ferzkirin. Hem parêzer hem jî malbat têkildarî vê giliyên xwe dikin. Tu pesariyeke qanûnî ya vê ferzkirinê tune ye. Heke dozger hewcetiyê pê bibîne ewçax îfadeya pîvekî pêkan e, lê belê îfadeya bi ferzkirina îtîrafkariyê û îşkenceyê derhuqûqî ye. Divê kesên bi vê re rû bi rû dimînin serî li cihên têkildar bidin. Wê Navenda Mafên Mirovan a Baroyên Tirkiyeyê van giliyan wergire û çi hewce be bike."