Ji bav û kalan ve gravyer û qaşar hildiberînin

img

QERS – Malbata Koçûlû ku 5 nifş e li baneya ku li gund ava kirine penêrvaniyê dike, di baneya xwe de qaşar û gravyerê xasî Qersê hildiberîne. Malbatê got ku her diçe eleqeya ji bo penêrê gravyerî zêdetir dibe. 

Li baneya li gundê Zavotê yê Qersê penêrê gravyerî (penêrê têrrûn) û qaşarê xasî Qersê tên hilberandin. Malbata Koçûlû ya 100 sal ber ji Tîflisa Gurcistanê hat Erdexanê û ji wir jî berê xwe da Qersê, 5 nifş e penêrvaniyê dike. Çagdaş Koçûlûyê ku niha penêrvaniyê dike, got ku dema malbata wî li Tiflîsê bûye jî penêrvanî dikir û 5 nifş e malbata wan vî karî dike. Koçûlû dest nîşan kir ku penêrê gravyerî yê tê çêkirin bi mezinahiya xwe wek tekelê wesayîtekê mezin e û kêmî 6 mehan naqede. Koçûlû ev tişt got: "Lê qaşar, piştî tê hilberandin 24 saet şûnde tê mezaxtin. Ji bo qaşar bibe 'qaşarê kevn' divê 120 roj derbas bibin." 
 
'SALÊ EM 35 TON GRAVYER Û 200 TON JÎ QAŞAR HILDIBERÎNIN' 
 
Koçûlû diyar kir ku ew li baneyê salê 35 ton penêrê gravyerî û 200 ton qaşar hildiberînin û ev agahî dan: "Em di mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de penêrê gravyerî û qaşarê kevn û yê nû hildiberînin. Em di meha Îlonê de jî navberê didin hilberînê. Em ji Cotmehê heta Gulanê qaşarê teze hildiberînin." Koçûlû, diyar kir ku ew gravyer û qaşarê ku hildiberînin didin marketan, kirîgerên sîpraşê didin, kooperatîfên zexîreyî û hwd. 
 
Koçûlû got ku wan van qazanên mezin ên di hundurê baneyê de ji Rûsyê aniye û wiha domand: "Qazanên ku ji tevlîheviya sifir, zêr û amêjenê hatine çêkirin 130 salî ne. Zengarî nabin, jehrî nakin û gravyerê di qazanên sifir de tê çêkirin çêjdartir e. Em sibeh û êvarî di van herdu qazanan de 6 heb gravyer çê dikin. Em li vê baneyê hem gravyer hem jî qaşar çê dikin. Gravyer û qaşar herdu jî xasî Qersê ne." Koçûlû got ku gravayer heta 4 salan jî dikare li refan bimîne û wiha got: "Ser gravyer kufnikî dibe û ev kufnik zuha dibe û bi vî awayî her diçe gravyer stewîntir dibe. Gravyer wek şerabê ye çi qas bimîne çêjdartir dibe. Çi qas kevn bibe ewqas çêjdartir dibe. Dema gravyer bê jêkirin divê di nav 6 mehan de bê qedandin."
 
‘HER DIÇE DAXWAZA JI BO GRAVYER ZÊDETIR DIBE' 
 
Koçûlû diyar kir ku ji bo penêrê gravyerî daxwazeke zêde heye û her ku mirov hay ji penêrê gravyerî çê dibin firotina wî jî zêdetir dibe û niha ew di ber re nagihên. Koçûlû got ku kîloya qaşarê berê 32 lîre, kîloya gravyer 55 lîre ye. Koçûlû anî ziman ku her çi qas karê wan zehmet be jî, ew ji karê xwe memnûn in. 
 
Koçûlû wiha behsa gravyerê Qersê kir: "Şîrê ji çêlekan tê dotin herî dereng di nav saetekê de tê berhevkirin û li mandirayê tê komkirin. Sedema ku zû tê jî, berî ku gazên di nav şîr de bifirin û asîta şîr zêde bibe, divê şîr bi awayekî taze bê bikaranîn. Em vî şîrî dixin qazanan. Di 35 dereceyan de germ dikin û havên dixin navê. Ev jî 45 deqeyan dajo. Paşê em penêr bi amûrekî textîn perçe perçe dikin. Piştî perçekirinê 5 deqîqe şûnde em bi têla ku jê re dibêjin harbî careke din penêr perçe dikin û piştî ku penêr di nav ava xwe de dibe wek bulxur, em 2 saetan li hev dixin. Her ku penêr di nav ava xwe de dikele penêr hişktir dibe. Paşê em binî vêdixin û penêr dipijînin. Dereceya pijandinê di navbera 52-58'an de diçe û tê. Yanî li gor şîr dereceya pijandinê jî diguhere." 
 
Koçûlû got ku piştî penêr çê dibe, ew penêr ji nav avê derdixînin û datînin ser dezgehan û ji bo ava wî dawerive ew li ser dezgeh di nav 2 saetan de 5 caran potikê penîr li ser diguherînin. Koçûlû got ku her ku ew potikê penêr diguherînin di navbera 100 kîlo û 2 ton û nîvan de penêr pesto dikin da ava wî tam dawerive. Koçûlû wiha domand: "Her cara potik tê guherandin pestokirin jî diguhere. 24 saetan li ser dezgeh dimîne. Piştî 24 saetan şûnde 7 rojan di nav aveke ku ji sedî 20 wê xwê ye dimîne. Piştî ji nav hawizê xwê tê derxistin, em wî dixin depoyê û mehekê li depoya germ tê sekinandin. Pişt re jî em wî dixin depoya cemidî û êdî çêjdar dibe. Li vir penêr 3 rojan tê qelabtin û xwêkirin û paşê em wê xwêyê jê dibin. Karê li vir jî nêzî 5 mehan didome. Yanî gravyerê ku îro bê çêkirin piştî 6 mehan şûnde ancax tê xwarin. Paşê heta 4 salan jî dikare di depoyên cemedê de bimîne." 
 
MA / Mahmut Ruvanas
 

Sernavên din

18/12/2017
09:11 'Elewî û sunnî anîn hemberî hev'
09:10 Serê Keleha Hezo ya hezar û 500 sal bi mermeran girtin
09:10 ‘Baran jî bi jehrî dibare’
09:09 ‘Daxuyaniyên hikûmetê dek û dolab in'
09:08 Konca 2017 bû sala têkoşa jinê, 2018 dê bibe sala destxistinê
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2017'AN
07:30 Koçyîgit û Hamzaoglu dîsa bûn serokên HDK'ê
17/12/2017
17:52 Serdar ê întîhar kir mir
16:21 ‘Em amade ne li Geliyê Loçê can bidin'
16:14 'Girtiyên siyasî dijmin, yên edlî jî biyanî dibînin'
15:54 Şahida komkujiya Dersimê Kiyançiçek hat definkirin
15:53 Ciwanên dirûşma 'Tayyîpê dizek' berz kir, polîsan li wan da
15:25 Akçelîk: Ayende di Tirkiyeya beyî AKP'ê de ye
14:29 TEV-DEM: Pergala me dê ji bo Rojhilata Navîn bibe çareserî
14:15 4 jinên endamên Malên Gel hatin binçavkirin
13:56 'Gelên bindest îro dîsa li ser dika dîrokê ne'
13:54 Tuncel: Dem dema rakirina tecrîdê ye
12:40 Hamzaoglu: Em ê bi dibistanên HDK'ê komara demokratîk ava bikin
12:39 Bijîşkê Revîrê: Qîmeta birîna derbê tune
12:20 HDK'ê ji bo 'Yekîtiya li dijî faşizmê' Lijne kom kir
12:20 Îdiaya gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:36 Cotkarên pembu tişta qezenc dike dide avê!
11:25 Îdîanameya Rojnameger Ataman 20 meh şûnde amadekirin
11:08 Şaredariya AKP'î cihê şînê nedan malbata Araç
11:06 Oflas: Dosyaya Turfent wekî ezmûneke azadiya çapemeniyê li pêşberî Tirkiyeyê bû
10:40 Doza Manîsayê: Nepoxa wan her roj diteqe
10:26 Karkerên taşeron: Em naxwazin bibin pêlîstokê hikumetê
10:19 Îşkenceya li pişt kamerayan
09:41 ‘Li Akkuyuyê kesê pêzan agahî ji înternetê girtin û rapora ÇED'ê amade kir’
09:10 Berê bi kîsan kartol dikirîn, niha bi kîloyan
09:09 Esnaf: Ev mezinbûneke çawa ye, her diçe rewşa me xerabtir dibe
09:08 Mêşvan 2 salin hêvî dike lê qezenç tune
09:07 ‘Her ku li wê kuçeyê dinerim...'
09:06 Polis: Têkiliya te ya dilînî bi wî mêrî re heye?
09:05 Şaredariya CHP'î wêneyên komkujiya 38'an rakir
09:03 Parlementerê ANAP'î: Qedexekirin rastiya Kurdistanê neguherîne
09:03 Qeyûmê Wanê malê şaredariyê difiroşe
09:02 Koçyigit: Bi avakirina enternasyonalîzma jinê gaveke girîng tê avêtin
09:00 Rêxistinên çapemeniyê: Rojnameger dê ligel her tiştî nûçeyan çêkin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2017'AN
16/12/2017
18:48 Şahida komkujiya 38'an a Dersimê jiyana xwe ji dest da
18:38 Wêje û terha alegoriyê hat nîqaşkirin
18:16 Prof. Dr. Fîncanci: Îşkenceyê têxin qeydan
16:30 Malbatê cenazeyê Araç ê polîsan got 'întîhar kiriye' wergirt
16:07 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat berdan
15:51 Li Dêrsimê 30 herêm qedexe kirin
15:42 Xebatkarên TV10'ê: Qetilkirin serbest e, bîranîn qedexe ye
15:16 Xizmên windayan aqûbeta windayên Dersim û Sîweregê pirsîn
15:03 Di Rûniştina F'ê de xwestin Tîkît serbest bê berdan
15:02 Baydemîr: Ha qeyûm ha ziqûm
14:56 Dayikên Şemiyê: Tu gihişt bavê min pîrê?
14:40 Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Ataşehîrê diyar bû
14:34 Li Kolana Yukselê 6 çalakvan hatin binçavkirin
14:23 ‘Êrîşa zayendî ya Rezanê polîtîkayên dewletê ye’
14:12 Jinên girtî bi nameyan tev li Konferansê bûn
13:46 Kesê li Rezane îstîsmara du zarokan kir, hêj serbest e
13:31 Piştî binçav kirin û birin TEM'ê gotin 'întihar kiriye'
13:25 Baran: Kirin û gotinên wan hev nagirin
Bîlgen: Têkiliya welatên ÎÎT’ê bi Îsraîlê re hene
12:54 Kurê Mesut Yilmaz kuştî hat dîtin
12:23 Jinên HDK’î ‘Enternasyonalizma Jinê’ ava dikin
11:32 Welatiyê ku nikarîbû bimeşiya binçav kirin
11:27 7 bersûcên Reîna li Stenbolê serbest in
11:19 Ji Hikûmeta Îrlandayê banga ‘Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin'
11:11 ‘Tu qîmeta karkerê kadroyê li Tirkiyeyê tune’
10:57 'Chalak Events' derdorên cuda li dora kurdî dicivîne
10:57 ‘Qedexeya’ li Amed, Heskîf û Bedlîsê hat rakirin
10:07 Ji 13 gundiyan 4 gundî hatin berdan
10:04 Koordinatora ÎHOP'ê Salman: 'Mirina medenî' li civakê ferz dikin
10:01 Deng û rengê Newala Dîcleyê bi maşîneyên kar tune dikin
10:00 Nameya rojnameger Oruç ‘bifikar’ hat dîtin
09:51 Girtiya nexweş Seyran Demîr li ber mirinê ye!
09:49 Meclîs li dijî binpêkirinên mafan ker e
09:49 DEDAŞ'ê li kuçeya koşka trafo ava kir
09:48 Qedexeyên derketina derve jiyan li gundiyan herimand
09:16 Parêzer Delebe: Ji bo îfadeyê ji girtîgehê birina TEM'ê dijqanûnî ye
09:15 Ji bav û kalan ve gravyer û qaşar hildiberînin
09:14 Bi goreyan debarê dike
09:11 ‘Dans sekneke ciddî ye'
09:11 Dîroka jinên Tirkiyeyî di vê ajandayê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2017'AN
15/12/2017
20:44 Rojnameger Nedîm Turfent rastî 8 sal û 9 meh ceza hat
16:44 Ozturk: Ji şewitandinê heta hilweşandinê polîtîka wan bi ser neket
16:23 Dozger xwest Rojnameger Turfent neyê berdan
16:02 8 sal u 9 meh ceza li Edîbe Şahîn birîn
15:52 Ruhavîoglu: Em difikirin ku lêpirsîna Elçî bi qisûr e
15:52 KESK'iyên Îzmirê faks ji Serokwezîr re şandin
15:20 Siyasetmedarê kurd Ferhan Turk hat berdan
14:56 Hevşaredarên Seray û Qelqeliyê hatin berdan
14:52 Serokê dadgehê: Biryara qedexeyê tune, îdianameyê wiha nirxandiye
14:48 Danişîna rojnameger Turfent dest pê kir
14:45 Ûca xwest Cejna Êzî bibe wesîleya azadiya jinên di destê DAIŞ'ê de
14:35 Di şewata li Tokatê de 3 zarok mirin
14:34 Sancar: Kurdistanê ji Erdogan bipirsin
14:23 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
14:23 Bîlgen: Tişta ji bo fars, ereb û tirkan caîz be divê ji bo kurdan ne heram be
13:53 Erdogan got 'Kurdistan' li çepikan dan
Baydemir got 'Kurdistan' ceza dan
13:34 Di lêpirsîna Zarrab de 3 kes hatin girtin
13:08 Şaredarê AKP'î yê Esenyurtê îstîfa kir
13:08 Sîvrî: Tirkiyeyê li Rojava û Rojhilata Navîn winda kir
12:55 Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nehat berdan