MÊRSÎN - Li Mêrsînê Hurriyet Ozçelîka 77 salî ku goreyên çê kirine û nanê hişk kiriye li keviyên rê difiroşe û bi vî awayî piştevaniya keça xwe û neviyên xwe dike.
Li qeraxa riya ku li derdora Navenda Kirîn û Firotinê ya Forûmê ya li navçeya navendî Yenîşehîr a Mêrsînê ye, jinên gundan biharat û destkariyên ku ji gundan tên difiroşin. Yek ji van jinan jî Hurriyet Ozçelîka 77 salî ye û li ser potekî rûniştiye û tiştan difiroşe.
'JI BO ALÎKARIYA NEVIYÊN XWE BIKIM DIXEBITIM'
Ozçelîk a ku li navenda navçeyê rûdinê, gorên ku bi destan çê kirine û hin naneya hişk a ji gundê xwe aniye difiroşe û bi vî awayî dixwaze alîkariya neviyên xwe bike. Ozçelîk got ku ew li cem keça xwe dimîne û ji ber rewşa wan nebaş e ew dixebite û hewl dide alîkariya wan bike. Ozçelîk anî ziman ku ji ber ew alîkariya neviyên xwe û keça xwe dike kêfxweş e. Ozçelîk diyar kir ku ew bi salan e dixebite û ev tişt gotin: "Bi salan e bêyî muhtacî kesî bibim dixebitim, lê belê niha ji bo neviyên xwe dixebitim. Piştî vî emrî êdî nikarim pir tiştekî bikim, lê belê goreyên ku min bi destan çê kriiye û naneya ku min hişk kiriye difiroşim." Ozçelîk anî ziman ku ew naxwaze zarokên wê bixebitin û heta ji destê wê bê ew ê bixebite û alîkariya keça xwe û neviyên xwe bike. Ozçelîk diyar kir ku heta rewşa aborî ya keça wê baş bibe ew ê bixebite.