*Ji aliyê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda Agahiyan bi navê "Kadin Tarhini Yazmak" ajandaya sala 2018'an hat derxistin. Di vê ajandayê de weziyeta jinên ji çîn, etnîsîte, aîdiyetên cuda tê vegotin.
*Perwerdekara dansê Serenay Ogûz, anî ziman ku danskirin dibe munasebeta ku mirov û bedena xwe li hev be û li hemberî polîtîkayên bedena civakiyî sekneke cidî ye.
*Li Mêrsînê Hurriyet Ozçelîka 77 salî ku goreyên çê kirine û naneya ku hişk kiriye li keviyên rê difiroşe, bi vî awayî piştevaniya keça xwe û neviyên xwe dike.
*Malbata Koçûlû ku 5 nifş e li baneya ku li gund ava kirine penêrvaniyê dike, di baneya xwe de qaşar û gravyerê xasî Qersê hildiberîne. Malbatê got ku her diçe eleqeya ji bo penêrê gravyerî zêdetir dibe.
*Endamê Desteya Rêvebir a Navenda Komeleya Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Hîkmet Delebe, anî ziman ku bi bahaneya "îfadeya pîvekî" ji girtîgehê birina TEM'ê sepandineke derqanûnî ye.
*Gundiyên li gundê Goranîs ê girêdayî Colemêrgê bi sewalvaniyê debara xwe dikin, anîn ziman ku ji ber qedexeyên derketina derve ku tim tên îlankirin ew nikarin ji gund derkevin.
*DEDAŞ'ê li nêv kuçeyeke Kolana Melîk Ahmetê ya Sûrê koşka trafoyan ava kir. Ev rewş şêniyên taxê bêzar kir.
*Serokatiya Meclîsê, hema bêje hemû mijarên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê bersiv dihêle û li hemberê binpêkirinên mafan ên xwe didin der xwe li nedîtiyê datîne.
*Seyran Demîr ya ku nexweşîna penceşêra mêjî lê peyda bû, di bin şert û mercên giran de di girtîgehê de ye. Her wiha bav Nadir Demîr diyar kir ku dema ji bo tedawiyê keça wê dibin nexweşxaneyê tê gotin ku "girtiya siyasî ye" û nayê tedawîkirin.
* Rêxistina HDP'ê ya Bedlisê dê 2'emîn kongreya xwe pêk bîne. (10:00)
* Meclîsa Jinan a HDK'ê dê bi dirûşma "Ji Înada Fajîzmê re bijî jin û jiyan" 8'emîn konferansa jinê pêk bîne. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî dê beşdar bibe. (10.00)
* Niqaşên meclîsê yên li ser butçeyê didomin. (11.00)
* Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 462'an de li avahiya ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên cezakirin dê di hefteya 664'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê ji aliyê Civaka Sivîl a Fikra Sivîl ve komxebata "Ji bo her kesî mafên mirovan" pêk bîne. Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Husnu Ondul û Alk Doç. Dr. Oznur Sevdiren dê tev lê bibe. (13.00)
* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê dê di hefteya 411'an de ji bo windayan û girtiyên nexweş çalakiya xwe li Konakê berdewam bike. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya299'an de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (13.30)
* Xebatkarên TV10’ê dê çalakiya xwe ya ji bo TV bê vekirin li Qada Galatasarayê berdewam bike. (14.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê dê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan panela “Banga Aştiyê" li konakê pêk bîne. (17.30)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya Em karê xwe paşve dixwazin dê bidome.