WAN - 5'emîn danişîna doza rojnamegerê Nedîm Turfent ku girtî tê darizandin didome. Dozger ji bo Turfent ê 19 meh in girtî tê darizandin berdewamiya girtinê xwest.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Nedîm Turfent di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hatibû girtin. Turfent ê bi îdiaya "Endamê Rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" heta 22 sal û nîv ceza ji bo wî tê xwestin. 5'emîn danişîna dozê li 2'yemin Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê didome. Turfent ê 19 meh in girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû û bi tespî nasnameyê dozê dest pê kir.
ŞAHID: EZ NAS NAKIM
Heyeta dadgehê der barê 3 şahidan de agahî da û aşkera kir ku şahidek li derveyê welat e, şahidek malbata wî îlana "windahî" daye. Şahida din a bi navê Zîlan Atîlla bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Atîlla da zanîn ku îfadeya ku berê ji wê hatiye girtin, ne aydê wê ye, diyar kir ku emyetê qasî hezar wêne nîşanê wê kirine. Atîlla der barê Turfent de got: "Min teşhîsa 9-10 kesan kir, yê di dîmenan de xuya dike ez nas nakim."
KARATAŞ: 14 SALÎ YE ÎFADEYA WÎ GIRTIN
Parêzera Turfent Harika Karataş jî piştre parastin kir û wiha got: "Di her danişînê de em rastî heman dîmenê tên. 5 danişîn tên dîtin. Em her em dubare dikin. Şahid diyar dikin ku bersûc nas nakin. Li aliyê din îfadeya wî li dijî qanûnê hatiye girtin. Şahid 14 salî ye îfadeya wî hatiye girtin. Ev li dijî qanûnê ye. Şahid Atilla, 2 sal berê li ser Turfent îfade da. Wê demê 14 salî bû. Diviya bû ligel pedagog îfadeya wî hatibaya girtin. Ev li dijî mafê zarokan e. Şahid Nahide Ozaras ku der barê Turneft de îfade daye di di dosyayên din de heman îfade heye. Ez dixwazim pêşkêşî wek bikim. Ozaras diyar dike ku xwendin û nivîsandina wê tune ye û bi zora tundiyê îfade daye. Îfadeya wê bi nakok e. Delîlên der barê Turfent de neman."
OFLAS: DOZGER ÇIMA DER BARÊ ÎŞKENCEYÊ DE LÊPIRSÎN VENAKE?
Parêzerê din ê Turfent Bariş Oflas jî xwest îfadeyên Nahide Ozaras li ber çavan neyên girtin û wiha got: "Hemen kesê li ser kesên din jî dîsa îfadeyên bi nakokî dan. Baweriya wê tune ye. Dîsa şahid Şevket Guldal rastî işkenceyê hatiye. Bi raporan hatiye îspatkirin ku rastî îşkenceyê hatiye. Çima dozger der barê îşkenceyê de lêpirsînê venake. Berê jî em bûn şahidê îşkenceyê. Hemû îfade bi zora polîs û leşkeran hatiye girtin. Tu aliyê vê yekê yê hiqûqî tune. Ez dixwazim îfadeya wê ji dosya Turfern bê derxistin.
Piştî parêzeran parastin kir, dozger xwest Turfent girtî bê darizandin.
Danişîn bi parastina Turfent berdewam dike