DERSIM - Dadgeha li Şaredara Dersimê ya berê Edîbe Şahîn 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.
Danişîna doza Şaredara berê ya Dersimê Edîbe Şahîn li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê hat dîtin. Di danişênê de Şaredar Edîbe Şahîn ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Parêzerê Edîbe Şahîn û Rêveberên HDP'ê û DBP'ê amade bûn.
Heyeta Dadgehê li Edîbeyê Şahîn 8 sal û û 9 meh cezayê girtîgehê birî.
Şahîn di navbera salê 2009 û 2014'an de li Dêrsimê Şaredarî kiribû û bi îdiaya "Propagandaya rêxisitnê kiriye" doz lê hatibû vekirin.