ÎZMÎR - Endamên Şaxên sendîkayên girêdayî KESK'ê yên Îzmirê ku bi KHK'ê hatin îxrackirin, ji bo mexduriyeta wan bi dawi bibe ji Serokwezîr re faks şandin.
Endamên sendîkayên girêdayî KESK'ê ku bi KHK'ê hatin îxrackirin ji bo dîsa li karê xwe vegerin û mexdûriyeta wan bi dawî bibe li pêş Postexaneya Konakê kom bûn û ji Serokwezîr re faks şandin. Endam û rêveberên KESK'ê beriya faks bişînin li pêş postexaneyê daxuyani dan û piştre faks şandin. Li ser navê sendîkavanan Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarênk Buro (BES) ya Îzmirê Mustafa Guven daxuyanî da û xwest êdî karê wan dîsa bidin wan. Piştî daxuyaniyê endamên KESK'ê li Postexaneya Konakê ji Serokwesîr re faks şandin