MÊRDÎN - Şaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk jî di navde 3 siyasetmedarên kurd hatin berdan.
3'emîn danişîna doza Şaredarê Qoserê yê berê Ferhat Turk û Hevserokê DBP'a Qoserê yê berê Fettah Tekîn jî di navde 3 jê girtî 6 siyasetmedarên kurd li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Danişîna doza 6 siyasetmedarên ku di 21'ê mijdara 2016'an de hatin binçavkirin û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin, li 3'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Endam û rêveberen DBP û HDP'ê jî di navde gelek siyasetmedar û parêzer tev li danişînê bûn. Di danişînê de Ferhan Turk, Fettah Tekîn û Sadun Koşar, bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn.
HEMÛ KES HATIN BERDAN
Piştî parastinê parêzeran xwest 3 siyasetmedarên girtî bên berdan. Heyeta dadgehê jî piştî navberê der barê 3 siyasetmedarên kurd de biryara berdanê da. Heyetê dîsa der barê Turk, Tekin û Koşar jî di navde 6 siyasetmedaran de biryara qedexeya dervê welat da.