MANÎSA - Doza 57 jê girtî 138 siyasetmedarên kurd li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê dewam dike. Ji ber ku dozger stranên kurdî sûc dîtin, itiraz hatin kirin. Li ser vê Serokê Dadgehê got: "Qedexeyeke fermî tune. Îdianameyê wiha nirxandiye."
Li Manîsayê zêdehiya wê endamên HDP'ê, doza 57 ji wan girtî, 138 siyasetmedar, endamên rêxistinên civaka sivîl dewam dike. Danişîna li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê di roja 5'emîn de dewam kir. Îro 20 endamên HDP'ê yên girtî anîn rûniştinê, 40 kesên bê girtin tên darizandin tev li dozê bûn. Asîme Akyol a girtî ji Girtîgeha Jinan a Ispartayê anîn dadgehê, jinên li Girtîgeha Jina a Îzmîrê îro neanîn dozê. Siyasetmedara girtî Hasret Atalay bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû.
JINAN XWEST BI KURDÎ PARASTINÊ BIKIN
Hasret Atalay diyar kir ku ew dixwaze bi kurdî parastina xwe bike, naxweze bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe û xwest wê bibin salona dadgehê.
Asîme Akyol a anîn dadgehê xwest bi kurdî parastina xwe bike, lê aşkera kir ku bersiva daxwaza wê ya wergerê nedane, heke wergervan bê dadgehê ew dixwaze bi kurdî parastina xwe bike.
Îdianameya ku hat xwendin de hemû xebatên partiyê û tevlêbûna bîranîn û daxuyaniyan a Akyol sûc hesibandin û Akyol aşkera kir ku ew van sûcdariyan qebûl nake.
‘POSTERÊ OCALAN NE SÛC E’
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yunus Emreyê Mustafa Yildirim Polat jî parastina xwe kir. Serokê dadgehê der barê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rojnameya Ozgur Gundemê ya lî partîyê de pîrs ji Polat kîr. Polat ev bersîv da: "Wêneyên Abdullah Ocalan lî hemû avahiyên partiya me tê dîtin. Ev posterana ne sûc e ez wiha difikirim."
STRANA KURDÎ BÛ DELÎLA SÛC
Ahmet Agdeve yê bê girtin tê darizandin, ji ber ku strana kurdî parve kiriye tê darizandin. Agdeve aşkera kir ku parvekirina straneke kurdî ne sûc e û sûcdariyên der barê xwe de red kir.
Parêzerê wî Mecît Yildirim mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Strana kurdî ya hatiye parvekirin, du delîla sûc tê tune. Dema em di rêde hatin me jî guhdar kir. Straneke xweş bû. Ev nayê qebûlkirin. Em difikirîn ku qedexeya stranan di salên 90'î de maye. Lê em dibînin ku hêj ev dewam dike."
Li ser vê axaftinê Serokê Dadgehê Ket navberê û ev tişt got: "Ji xwe qedexeyeke taybet tune. Lê di îdianameyê de wisa hatiye nirxandin."