ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 402'an de li Kolana Yukselê dewam kir. Polîsan êrîşê çalakvanan kir û 7 kes binçav kirin.
Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça bi Biryara Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatin avêtin, 282 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" a ji bo piştgiriyê hatiye destpêkirin, 402 roj e dewam dike. Çalakvanan xwest li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin û li Kuçeya Konurê li hev civiyan. Polîsan dem bi dem bi mertal û maşîneya binçavkirinê pêşî li çalakvanan girt û nehiştin çalakvan derbasî kolanê bibin. Kedkaran xwest li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin çapemeniyê û pankarta "Greva birçîbûnê di roja 282'yan de ye, bila Gulmen û Semîh vegerin karê xwe" vekirin.
Girseya li kuçeyê dirûşim berz kirin û xwestin daxuyaniyê bidin polîsan êrîşê çalakvanan kir û 7 kes bi lêdanê binçav kir.