ENQERE - Niqaşên der barê gotina "Kurdistan" a li meclîsê didomin. Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir ji ber got “Kurdistan" rastî 2 hefte dûrxistina meclîsê hat. Lê 4 sal berê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan gotibû "kurdistan" vê carê ji bo Erdogan li çepikan dabûn.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, di Lijneya Giştî de peyva "Kurdistan" anî ziman û rastî cezayê 2 heftan ê dûrxistina meclîsê hat. Piştî vê yekê niqaşên der barê gotina "Kurdistan" de zêde bûn. Her ku diçin bertek û nerazibûnên li dijî cezayê li Baydemîr hatiye birîn zêde dibin. Lê balkêş e berê jî Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û Sazumankarê Komarê Mustafa Kemal jî anîbû ziman.
Ji ber ku Wekîla Seroka Meclîsê ya AKP’î Ayşenur Bahçekapili ji Baydemîr pirsa 'Kurdistan ku ye?' pirsî u Baydemîr ji destê xwe li ser dilê xwe xist û got "Kurdistan aha vir e. Aha vir e" da, rastî cezayê 2 hefteyan ê dûrxistina meclîsê hat.
ERDOGAN MUSTAFA KEMAL JI BO 'KURDISTANÊ' JI XWE RE KIR REFERANS
Serokwezîrê demê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdoğan, dema bi Mesut Barzani, Şivan Perver û Îbrahim Tatlises re li Amedê miting pêk anîn, xwestin “Kurdistanê ji nûve fetih bikin" Erdogan peyve “Realîteya Kurdistanê" anîbû ziman. Erdogan li Amedê peyve Kurdistan anîbû ziman. Erdogan disa di 19'ê Kanûna 2013'an de li meclîsê peyva "Kurdistan" anîbû ziman û axaftinên Mustafa Kemal û Mebûsên kurd ên di qeydên 1920’an de ji xwe re kiribû referans. Wê demê ji ber Erdogan got "Kürdistan" rastî çepikan hatibû. Erdogan li dijî rexyên li dijî xwe jî pirsa "Ma Mustafa Kemal jî cudakar bû?" dibersivand.
Erdogan di meclîsê de gotibû “Me di dawiya hefteyê de li Amedê rojek girîng derbas kir. Me bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê re Walî ziyaret kir. Em li wir bi Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Birêz Mesut Barzanî û Şivan Perver re hatin cem hev. Me li duetên Şivan Perver û Îbrahim Tatlıses guhdar kir..."
MA / Kenan Kırkaya