STENBOL – Di çarçoveya lêpirsîna “casûsî” ya der barê Reza Zarrab de 3 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Ji aliyê Serodzgeriya Komarê ya Stenbolê ve ku der barê Zera Zarrab de lêpirsîna “casûsiya siyasî” hat destpêkirin û di çarçoveya heman lêpirsînê de 3 kesên têkiliya wan bi mijarê re heye ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li gorî nûçeya nûçegihanê Haberturk’ê Velî Sariboga asîstanên Zarrab, Sînem Arslan, Redaîp Akol û Mustafa Hacisalîhoglu piştî îfadeyên emniyetê derxistin Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û wan sewqî dadgehê kir. Her 3 kes piştî îfadeyên wan li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Stenbolê ve hatin girtin.