STENBOL - Şaredarê AKP'î yê Esenyurtê Necmî Kadioglu îstîfa kir. Şaredariyê daxuyaniyek da û got Kadioglu ji ber pirsgirêkên tenduristiya xwe biyara îstîfayê daye.
Şaredarê AKP’î yê Esengyurtê Necmî Kadioglu îstîfa kir. Necmî Kardioglu ji sala 2004’an ve Şaredarê Esenyurtê bû. Midûryeta Weşanê ya Çapemeniya Şaredariya Esenyurtê, daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku Kadioglu yê 8 meh û 13 salin serokê şaredariya navçeyê dike, ji îro û pêde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, bi daxwaza xwe ji peywira xwe îstîfa kir.