Sîvrî: Tirkiyeyê li Rojava û Rojhilata Navîn winda kir

  • rojane
  • 13:08 15 Kanûn 2017
  • |
img
 
 
 
ENQERE - Rojnamger Hasan Sîvrî diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojava û Rojhilata Navîn winda kiriye, divê vêrastiyê bibîne. Sîvrî li ser civîna asta bilind a ÎTT'ê ya balê dikişîne ser mijara Filistînê wiha got: "Li qadê tu hateya vê civînê tune û bê encam ma."
 
Rojnameger Hasan Sîvrî ê bi nûçeyên xwe yên der barê Sûriye û Rojhilata Navîn de tê naskirin, biryara Rûsyayê ya dixwaze leşkerên xwe li Sûriyeyê vekişîne, gefên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê, biryara DYA'yê ya der barê Qudusê de û civîna asta bilind a Teşkîlata Hevkariya Îslamî (ÎTT) ya li Stenbolê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
‘RÛSYAYÊ BI VÊ BIRYARÊ HÊZA XWE EWLE KIR' 
 
Sîvrî da zanîn ku piştî pevçûnên li Sûriyeyê, Rûsya li ser daxwaza rêveberiya Şamê çûye Sûriyeyê, aşkera kir ku Rûsya bi biryara vekişandina leşkeran re, di serî de Tirkiye, dixwaze peyamekê bide welatan. 
 
Sîvrî diyar kir ku Rûsyayê bi vê biryarê, peyama li Sûriyeyê 'Şer qediya ye' dide, bi hêza li welat girtî re û dixwaze beşeke destkeftiyên xwe biparêze û wiha got: "Rûsya bi awayekî bi vê biryarê dibêje ku li Sûriyeyê hevhatin pêk hatiyeû divê pêvajoya muzakereyê dest pê bike û dixwaze vê peyamê bide."
 
‘ÊRÎŞA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ EFRÎNÊ RAWESTAND’
 
Sîvrî destnîşan kir ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bi serdana xwe ya li Enqerê re, bi biryara vekişandina leşkerên xwe re, pêşî li êrîşeke Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê girtiye û wiha pê de çû: "Tirkiye dixwaze li dijî kurdan û bi taybetî li dijî Kantona Efrînê hemleyekê bide destpêkirin. Lê wekî Mertalê Firatê, em dikarin bêjin Rûsyayê destûr neda vê jî. Ev mijara kişandina leşkeran dide nîşan ku pêvajoya leşkerî qediya ye û li cihê vê dê pêvajoya muzakereyan dest pêbike."
 
BENDÊMAYÎNA TIRKIYEYÊ YA LI SOÇIYÊ JÎ ÇÛ’
 
Sîvrî da zanîn ku bi mijara paşvekişandinê re, fikarên Tirkiyeyê yên der barê hêza kurdan a li Bakurê Sûriyeyê de zêde bûye, çawa çu di mijara Sûriyeyê de tu bendemayîna wê nemaye, der barê Soçiyê de jî tu bendemayinên wê nayên pêşwazîkirin.
 
Sîvrî aşkera kir ku Tirkiyeyê di bin nave 'herêma bi ewle', 'herêma ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin' an jî 'herêma ji firînê re girtinê' re, dixwaze li Bakurê Sûriyeyê serweriya xwe ava bike û dixwaze vê yekê jî li ser hêzên selefî û cîhadîst pêk bîne. Sîvrî diyar kir ku Tirkiye ji ber ku negihiştiye mirazê xwe, vê carê bi ser hêzên Rojavayî re dixwaze vê yekê pêk bîne, ji ber ku di vir de jî tu encam bi dest nexist, Hemleya Firatê daye destpêkirin.
 
Sîvrî da zanîn ku YPG/YPJ'ê li ser qada 450-500 km yî dirêj serweriya xwe ava kiriye û ev jî Tirkiyeyê ditirsîne û di vê der barê de ev nirxandin kir:
 
"Tirkiye, YPG'ê wekî gefeke li dijî ewlehiya neteweyî dibîne û naxwaze PYD li Soçiyê bê dîtin. Lê em hem ji rayedarên Rojava û hem jî ji berdevkên PYD'ê vê dibihîsin. Li Bakurê Sûriyeyê ji civakên cuda 140 navên cuda lîsteyek hatiye çêkirin û pêşkêşî Rûsyayê kirine û bi vê lîsteya 140 kesî re dê ji Bakurê Sûriyeyê civakên cuda li Soçiyê cih bigirin. Vê yekê rayedarên kurd dibêjin. Ji hêlekê ve Tirkiye dixwaze pêşî li PYD'ê bigire, ji hêla din ve Rûsya bi fermî bi YPG'ê re daxuyaniyê dide. Wekî xala duyemîn bi gerwerziyekê (manevra) kurd tev li Soçiyê dibin. Ji ber wê em dikarin bêjjin ku çawa Tikriye di polîtîkaya Sûriyeyê ya derve de tişta li bendê bû bi dest nexist, bi heman şêweyî dê tişta li bendê ye dê li Soçiyê jî bi dest nexe.
 
Ji ber ku Tirkiye ji derveyê rastiyên li qadê hemleyan dike û naxwaze rastiya li qadê bibîne, her dem di polîtîkaya derve, Iraq, Sûriye, Misir û Kendavê de winda kir. Divê Tikirye êdî kevir daneyne pêşiya vê. Divê rastiyê qebûl bike û li ser maseya muzakereyê rûnê."
 
ME RÛSYA Û NE JÎ ŞAM LI DIJÎ KURDAN E
 
Sîvrî anî ziman ku di meha Çileyêde li bendê ye ku Konferansa Soçiyê berhev bibe, di warê beşdariya gelên li Rojava de, ne Şam û ne jî Rûsiya dij dernakevin, daxuyaniyên Şamê yên di vê der barê de bi bîr xist û wiha axivî: "Tişta ku Tirkiye li bendê ye dê di Konferansa Soçiyê de pêk neyê."
 
‘DÊ HEWLDANÊN TIRKIYEYÊ NEBIN ÇARE’
 
Sîvrî derbirî ku AKP dixwaze li cihê PYD'ê kurdê xwe bişîne Soçiyê, di vî warî de hewldanên xwe dewam dike, dê ev jî nebe çare û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yanî li Sûriyeyê behsa 80 hezar hêza kurdan tê kirin. Em dizanin ku kurd xwedî çekên cidî ne. Ji ber têkiliyên bi hêzên Rojavayî re danîn, kurd hêj zêdetir bi hêz in. Ji ber vê kurd zextên xwe li ser Tirkiyeyê ava dikin. Yanî em dikarin bêjin tiştên ku dixwazin li Sûriyeyê li ser kurdan ferz bikin dê te encamê bi xwe re neyne."
 
‘BIRYARA JI ÎTT’Ê DERKET LI QADÊ TU WATEYA WÊ TUNE’
 
Sîvrî der barê civîna Teşkîlata Hevkar a Îsalmî (ÎTT) de jî axivî û da zanîn ku 48 welat beşdarî civînê bûne û wiha axivî: "Hin welatên ku îro di ÎTT'ê de cih digirin, hêj têkiliyên wan ên bi Îsraîlê re dewam dikin. Tirkiyeya sekreteriya demî ya ÎTT'ê dike, bi qasî 5 milyar dolarî bazirganiyê bi Îsraîlê re dike. Dê dest ji vê bazirganî berne de. Yanî berdin ÎTT daxuyaniyeke şermezarkirinê bide, li hemberî biryara Trump hemleyeke wekhev jî dernexist holê. Kes li benda vê jî nebû. Yanî daxuyaniyên wekî 'Qudus, paytexta Filistînê' ji qebûlkirinê wêdetir, bi tevahî ji daxuyaniyê pêk tê û li qadê tu destkeftiyê xwe tune.
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

18/12/2017
09:11 'Elewî û sunnî anîn hemberî hev'
09:10 Serê Keleha Hezo ya hezar û 500 sal bi mermeran girtin
09:10 ‘Baran jî bi jehrî dibare’
09:09 ‘Daxuyaniyên hikûmetê dek û dolab in'
09:08 Konca 2017 bû sala têkoşa jinê, 2018 dê bibe sala destxistinê
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2017'AN
07:30 Koçyîgit û Hamzaoglu dîsa bûn serokên HDK'ê
17/12/2017
17:52 Serdar ê întîhar kir mir
16:21 ‘Em amade ne li Geliyê Loçê can bidin'
16:14 'Girtiyên siyasî dijmin, yên edlî jî biyanî dibînin'
15:54 Şahida komkujiya Dersimê Kiyançiçek hat definkirin
15:53 Ciwanên dirûşma 'Tayyîpê dizek' berz kir, polîsan li wan da
15:25 Akçelîk: Ayende di Tirkiyeya beyî AKP'ê de ye
14:29 TEV-DEM: Pergala me dê ji bo Rojhilata Navîn bibe çareserî
14:15 4 jinên endamên Malên Gel hatin binçavkirin
13:56 'Gelên bindest îro dîsa li ser dika dîrokê ne'
13:54 Tuncel: Dem dema rakirina tecrîdê ye
12:40 Hamzaoglu: Em ê bi dibistanên HDK'ê komara demokratîk ava bikin
12:39 Bijîşkê Revîrê: Qîmeta birîna derbê tune
12:20 HDK'ê ji bo 'Yekîtiya li dijî faşizmê' Lijne kom kir
12:20 Îdiaya gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:36 Cotkarên pembu tişta qezenc dike dide avê!
11:25 Îdîanameya Rojnameger Ataman 20 meh şûnde amadekirin
11:08 Şaredariya AKP'î cihê şînê nedan malbata Araç
11:06 Oflas: Dosyaya Turfent wekî ezmûneke azadiya çapemeniyê li pêşberî Tirkiyeyê bû
10:40 Doza Manîsayê: Nepoxa wan her roj diteqe
10:26 Karkerên taşeron: Em naxwazin bibin pêlîstokê hikumetê
10:19 Îşkenceya li pişt kamerayan
09:41 ‘Li Akkuyuyê kesê pêzan agahî ji înternetê girtin û rapora ÇED'ê amade kir’
09:10 Berê bi kîsan kartol dikirîn, niha bi kîloyan
09:09 Esnaf: Ev mezinbûneke çawa ye, her diçe rewşa me xerabtir dibe
09:08 Mêşvan 2 salin hêvî dike lê qezenç tune
09:07 ‘Her ku li wê kuçeyê dinerim...'
09:06 Polis: Têkiliya te ya dilînî bi wî mêrî re heye?
09:05 Şaredariya CHP'î wêneyên komkujiya 38'an rakir
09:03 Parlementerê ANAP'î: Qedexekirin rastiya Kurdistanê neguherîne
09:03 Qeyûmê Wanê malê şaredariyê difiroşe
09:02 Koçyigit: Bi avakirina enternasyonalîzma jinê gaveke girîng tê avêtin
09:00 Rêxistinên çapemeniyê: Rojnameger dê ligel her tiştî nûçeyan çêkin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2017'AN
16/12/2017
18:48 Şahida komkujiya 38'an a Dersimê jiyana xwe ji dest da
18:38 Wêje û terha alegoriyê hat nîqaşkirin
18:16 Prof. Dr. Fîncanci: Îşkenceyê têxin qeydan
16:30 Malbatê cenazeyê Araç ê polîsan got 'întîhar kiriye' wergirt
16:07 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat berdan
15:51 Li Dêrsimê 30 herêm qedexe kirin
15:42 Xebatkarên TV10'ê: Qetilkirin serbest e, bîranîn qedexe ye
15:16 Xizmên windayan aqûbeta windayên Dersim û Sîweregê pirsîn
15:03 Di Rûniştina F'ê de xwestin Tîkît serbest bê berdan
15:02 Baydemîr: Ha qeyûm ha ziqûm
14:56 Dayikên Şemiyê: Tu gihişt bavê min pîrê?
14:40 Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Ataşehîrê diyar bû
14:34 Li Kolana Yukselê 6 çalakvan hatin binçavkirin
14:23 ‘Êrîşa zayendî ya Rezanê polîtîkayên dewletê ye’
14:12 Jinên girtî bi nameyan tev li Konferansê bûn
13:46 Kesê li Rezane îstîsmara du zarokan kir, hêj serbest e
13:31 Piştî binçav kirin û birin TEM'ê gotin 'întihar kiriye'
13:25 Baran: Kirin û gotinên wan hev nagirin
Bîlgen: Têkiliya welatên ÎÎT’ê bi Îsraîlê re hene
12:54 Kurê Mesut Yilmaz kuştî hat dîtin
12:23 Jinên HDK’î ‘Enternasyonalizma Jinê’ ava dikin
11:32 Welatiyê ku nikarîbû bimeşiya binçav kirin
11:27 7 bersûcên Reîna li Stenbolê serbest in
11:19 Ji Hikûmeta Îrlandayê banga ‘Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin'
11:11 ‘Tu qîmeta karkerê kadroyê li Tirkiyeyê tune’
10:57 'Chalak Events' derdorên cuda li dora kurdî dicivîne
10:57 ‘Qedexeya’ li Amed, Heskîf û Bedlîsê hat rakirin
10:07 Ji 13 gundiyan 4 gundî hatin berdan
10:04 Koordinatora ÎHOP'ê Salman: 'Mirina medenî' li civakê ferz dikin
10:01 Deng û rengê Newala Dîcleyê bi maşîneyên kar tune dikin
10:00 Nameya rojnameger Oruç ‘bifikar’ hat dîtin
09:51 Girtiya nexweş Seyran Demîr li ber mirinê ye!
09:49 Meclîs li dijî binpêkirinên mafan ker e
09:49 DEDAŞ'ê li kuçeya koşka trafo ava kir
09:48 Qedexeyên derketina derve jiyan li gundiyan herimand
09:16 Parêzer Delebe: Ji bo îfadeyê ji girtîgehê birina TEM'ê dijqanûnî ye
09:15 Ji bav û kalan ve gravyer û qaşar hildiberînin
09:14 Bi goreyan debarê dike
09:11 ‘Dans sekneke ciddî ye'
09:11 Dîroka jinên Tirkiyeyî di vê ajandayê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2017'AN
15/12/2017
20:44 Rojnameger Nedîm Turfent rastî 8 sal û 9 meh ceza hat
16:44 Ozturk: Ji şewitandinê heta hilweşandinê polîtîka wan bi ser neket
16:23 Dozger xwest Rojnameger Turfent neyê berdan
16:02 8 sal u 9 meh ceza li Edîbe Şahîn birîn
15:52 Ruhavîoglu: Em difikirin ku lêpirsîna Elçî bi qisûr e
15:52 KESK'iyên Îzmirê faks ji Serokwezîr re şandin
15:20 Siyasetmedarê kurd Ferhan Turk hat berdan
14:56 Hevşaredarên Seray û Qelqeliyê hatin berdan
14:52 Serokê dadgehê: Biryara qedexeyê tune, îdianameyê wiha nirxandiye
14:48 Danişîna rojnameger Turfent dest pê kir
14:45 Ûca xwest Cejna Êzî bibe wesîleya azadiya jinên di destê DAIŞ'ê de
14:35 Di şewata li Tokatê de 3 zarok mirin
14:34 Sancar: Kurdistanê ji Erdogan bipirsin
14:23 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
14:23 Bîlgen: Tişta ji bo fars, ereb û tirkan caîz be divê ji bo kurdan ne heram be
13:53 Erdogan got 'Kurdistan' li çepikan dan
Baydemir got 'Kurdistan' ceza dan
13:34 Di lêpirsîna Zarrab de 3 kes hatin girtin
13:08 Şaredarê AKP'î yê Esenyurtê îstîfa kir
13:08 Sîvrî: Tirkiyeyê li Rojava û Rojhilata Navîn winda kir
12:55 Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nehat berdan