Ondul: Di her kêliyê de dibe em bên girtin

  • rojane
  • 12:35 15 Kanûn 2017
  • |
img

ENQERE - Parazvanê Mafên Mirovan û Endamê MYK'a ÎHD'ê Husnu Ondul bal kişand ser rewşa OHAL'ê û mafên mirovan û wiha got: "Di 94 salên dîroka komara Tirkiye de 42,5 sal bi rêveberiya OHAL'ê  derbas bû û wiha got: "Ji ber ku em hikûmetê rexne dikin dibe em ji ber vê hevpeyvinê bên girtin. Li Tirkiye dibe di her kêliyê de em bên girtin." 

Piştî pêvajoya çareseriyê li Tirkiye pêvajoya şer hat destpêkirin. Li Tirkiye 17 mehin rêveberiya OHAL'ê hatiye îlankirin. Dîsa bi KHK'yan bi deh hezaran karker û karmend ji kar hatin dûrxistin. Zêdeyî 100 hezar mirov hatin girtin û der barê 400 hezar mirovên hatin binçavkirin û berdan de jî biryara kontrola edlî hat dayîn. Li gelek bajar, navçe û gundên herêmê bi dahan caran qedexeyên derketina derve hatin îlankirin. Zarok, ciwan, jin kal û pîr bi panzêr, guleyên polîsan hatin kuştin. 
 
MAFÊ JIYANÊ HAT ÎHLALKIRIN
 
Piştî tirmeha 2015'an ku "Pêvajoya çareseriye" hat xerakirin, li bajaran şer hat îlankirin. Bi xwe re kuştin zêde kir. Di 2017'an de bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekirine 36 kes hatin kuştin. 12 kes birindar bûn. Di şerê çekdarî de 183 leşker, polîs û cerdevan hatin kuştin. 460 endamê rêxistinê û 52 sivîl bi giştî 695  kes hatin kuştin. Dîsa di şer de 282 leşker, polîs û cerdevan, 28 sivîl bi gişti 310 kes birîndar bûn. Li girtîgehan 3 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
MAŞÎNÊ ZIRXΠ
 
 Di nava salê de kuştina bi maşîneyên zirxî derket pêş. Polîsan bi maşiyên zirxî 6 jê zarok 23 kes kuştin. 46 kes jî birîndar kirin. 5 jê zarokan bi giştî 6 kesan ji ber maşinên bê xwedî jiyana xwe ji dest dan. 18 jê zarok 25 kes birîndar bûn. Li girtîgehê 10 kesan ji ber sedemen cuda jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Navenda Giştî ya ÎHD'ê 17 kesan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Cînayetên jinan li gorî sala par zêdetir bûn. di 11 mehen ewil de 322 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. 68 zarok dîsa ji aliyê mêr ve hatin kuştin. 
 
ÎŞKENCE ZÊDE BÛ
 
Di bin çavan de û li girtigehan îşkence û muameleya xerab zêdetir bû. Li gorî daneyên Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) di 11 mehên ewil de îşkence û muameleya xerab zêde bûye. 570 kesan ji ber îşkenceyê serî li TÎHV'ê da. 423 kesan jî serî lie ÎHD'ê da. Di çalakiyên meş û xwepêşandanan de 2 hezar û 278 kes rasti lêdan û îşkenceyê hatin. 
 
MIROV HATIN REVANDIN
 
Politîkayên salên 90'an ên revandina bi zorê di sala 2017'an de dîsa ketin meriyetê. 11 kesên ji cemaeta gulen ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hatin revandin. aqûbeta 7 kesan hêj ne diyar e. Ji 4 kesan yek jê întîhar kir. Dîsa li Enqereyê 30 kesên kurd, çepgir û sosyalîst hatin revandin û rastî gef û ferzkirina sîxuriyê hatin. Yên hatin revandin diyar kirin ku ji aliyê Tîmê Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) ve hatine revandin. 
 
PARLAMENTERÊN HDP'ê GIRTÎ NE
 
Piştî OHAL hat ilankirin û qedexeya derketina derve dest pê kir, AKP’ê li dijî siyaseta kurd dest bi operasyonan kir. Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî 94 şaredariyên DBP’ê kir. 9 wekilên HDP’ê hêj girtî ne. 
 
TECRÎT 
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêj didome. Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin bi Ocalan re hevditin bikin. Dîsa malbata Ocalan ji 11'ê îlona 2016'an heta niha nikarin bi Ocalan re hevditin bikin. Heyeta CPT'ê ya di 28-29'ê Nîsana 2016'an de Îmralî ziyaret kir hêj encama rapora xwe aşkere nekirine. 
 
ÊRÎŞ ZÊDE BÛN.
 
Îsal 166 rojnameger girtî ne. Gelek rojnameger hatin darizandin. Malên elewiyan hatin xêzkirin. Êrişî cenazeyê dayika siyasetmedara kurd Aysel Tugluk  Hatun Tugluk kirin. Dîsa êrîşî gorên zarokên kurdan kirin û kerinên gorên wan şikandin. Mirov li Erdîşê di xaniyan de şewitandin. 
 
 
650 HEZAR KES DI BIN GEFA DARAZÊ DE YE
 
Di sala 2005'an de di qanûna înfaza ceza û TCK'ê de guhertin kirin û felsefeya bê girtinê ya darizandinê û cezakirina eslî derxistin pêş. Lê di sala 2014'an de di girtîgehan de 145 hezar û 179 kes hebûn, di sala 2015'an de ev hejmar  derket 178 hezar û 89 kesan. Di sala 2017'an de vê hejmarê rekora komarê şikand û derket 230 hezar û 735 kesan. Lê dema desthilatdariya AKP'ê hat digirtîgehan de 59 hezar û 429 kes hebûn. Piştî hewldana derbeyê hin sererastkirinan pêk hatin, gelek girtî û hikumxwarên edlî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Niha welatiyên di hukmê kontrola edlî de hejmara wan 400 hezar e. Yanî bi girtin, hukumxwar û hukmên kontrola edlî re, hejmara kesên cezakirî 650 hezar mirov e.
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Girtî û hukumxwarên nexweş ên di girtîgehan de, di warê xizmeta tenduristiyê de îsal jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Li girtîgehan 367 ji wan nexweşên giran, bi gişî hezar û 37 girtiyên nexweş hene. Ev girtiyên nexweş dermankirina wan dereng tê xistin û bi pêkanînên wekî muayeneya bi kelepçekirî re rû bi rû ne.
 
PARASTVANÊN MAFÊN MIROVAN DI GIRTÎGEHÊ DE NE
 
Di serî de aktivîstên mafên mirovan ên li Buyuk Adayê, îsal gelek parastvanên mafên mirovan hatin girtin. Di serî de rêveberê ÎHD'ê Prz. Halîl Îbrahîm Vargun, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Prz. Taner Kiliç, parastvanê mafê mirovan Osman Kavala û Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Prz. Selçuk Kozagaçli, gelek endam û rêveberên komeleyan hatin girtin. Di sala 2017'an de 47 parêzer hatin binçavkirin, ji wan 17 kes hatin girtin.
  
MAFÊ CIVÎN Û XWEPÊŞANDANAN
 
Îsal gelek mafên civîn û xwepêşandanan jî hatin binpêkirin. Bi taybetî Waliyê Enqereyê hemû şahî û çalakiyên der barê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça de qedexe kir. Bi vê ve girêdayî hemû çalakiyên dema darizandina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag de qedexe kir. Herî dawî çalakiyên ku kesayetên LGBTÎ dixwastin pêk bînin, Waliyê Enqereyê qedexe kirin. Piştî van qedexeyan berî hefteyekî çalakiyên ji bo biryara Qudusê li Enqereyê pêk hatin û kolana herî qelebalix hat dagirkirin, lê walî tu mudaxale nekir. Di serî de çalakiyên ji bo Gulmen û Ozakça, bi giştî hezar û 500 çalakî qedexe kirin û polîsan destûr neda çalakiyan.
 
’DÎROKA 94 SALAN, 42 SAL Û NÎV BI OHAL’Ê DERBAS BÛ’
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Prz. Husnu Ondul, der barê binpêkirinên mafên mirovan ên sala 2017'an de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Ondul aşkera kir ku di serdema OHAL'ê de Tirkiyeyê ji binpêkirinên mafan re şahidî kiriye, 94 salên Komara Tirkiyeyê 42 sal û nîvê wê bi OHAL û serweriya leşkrî derbas bûye. Ondul da zaîn ku qanûnên di serdema OHAL'ê de derxistine, piştî OHAL'ê jî bandora xwe heye û wiha axivî: "Heta niha bi giştî 697 KHK weşandin û bi van KHK'an ji 300'î zêdetir qanûn hatin guhertin. Em dibêjin ku 'Bila OHAL bê rakirin' lê ev têrê nake. Guhertinên di dema OHAL'ê de pêk hatine, piştî OHAL'ê jî dibe sedema binpêkirinên mafan. Ji ber wê divê guhertinên di dema OHAL'ê de pêk hatine bên rakirin."
 
‘TIRKIYE JI STANDARTÊN EWROPAYÊ DÛR E’
 
Ondul destnîşan kir ku di 11 mehên sala 2011'an de, hezar û 851 karkerî jiyan xwe ji dest daye û wiha pê de çû: "Ji ber ku ewlehî nayê girtin karker jiyana xwe ji dest didin. Dewlet an jî sektorên taybet divê şert û mercên kar lêkolîn bikin û li gorî hiqûqa mafên mirovan kontrolan bi pêş bixin. Tirkye di vî warî de gelekî di binê standartên Ewropayê de ye."
 
‘TIRKIYE JI STANDARTÊN EWROPAYÊ DURE’
 
Ondul, da zanîn ku di 11 mehên sala 2017’an de hezar û 851 karkeran jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Ji ber ku pêşî li cînayetên kar nayên girtin, evqas karker jiyana xwe ji dest didin. Sektorên taybet an jî dewlet necarin ku derfetên karkeran kontrol û sererast bikin. Li Tirkiye di vî warî de ji standartên Ewropayê dure.” 
 
‘GER TU HIKÛMETÊ REXNE BIKÎ TÊ BINÇAVKIRIN’
 
Ondul, di dewama axaftana xwe de wiha got: “Azadiya raman û îfadeyê bi hev ve girêdayîne. Mafê çalakî û civînan azadiya îfadeyê ye. Gava hûn çalakiyekê ku hikûmetê rexne bikin li dar bixin, dê we binçav bikin, lê dema hûn çalakiyekê ji bo hikûmetê li der bixin, heya dawiyê hemû deriyên xwe ji we re vedikin. Parvekirinên medyaya civakî di çarçoveyê îfadeya azad dene û divê mirov bi awayekê azad medyaya civakî bikar bînin. Li Tirkiyeyê ji ber parvekirinên medya civakî 18 hezar doz hatine vekirin. Ev tabolyeke pir girane.”
 
‘HILBIJÊR JI BER RAMANÊN XWE GIRTÎNE’
 
Ondul, dest nîşan kir ku hevşaredar û parlamenter ji ber ramanên xwe girtine û wiha domand: “Ji bo diziyê ev kes nehatine girtin, tenê ji ber nêrînên xwe yên siyasî hatine girtin. Ev bêmafiyek mezine.” 
 
‘DIBE KU JI BO VÊ ROPORTAJÊ HÛN BÊN GIRTIN’
 
Ondul, bal kişand ser azadiya çapemenî-medyayê û wiha pê de çû: “Azadiya çapemenî û medyayê raste rast bi mafê girtina nûçeyên gel ve girêdayî ye. Li Tirkiyeyê nêzî 170’î rojnameger girtîne. Ji bo vê roportajê jî  garantiya ku em bên girtin tuneye. Halbûkî li vê derê em tenê nêrîna xwe  dibêjin, lê ji ber ku em hikûmetê rexne dikin dibe ku her kêlî em bên girtin.”
 
‘SÛCEKÊ KU HEQARET LI SEROKOMAR KIRIYE TUNEYE’
 
Ondul, da xuya kirin ku di dîrok komarê de, weke ku niha doz derbarê Serokomar de vebûn, heya niha li tu serokomarî ji ber “Heqaret li serokomar kiriye” nehatiye vekirin û wiha rêz kir: “Li tu welatên Ewropayê sûcekê ku ‘heqaret li serokomar kiriye’ tuneye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dibêje ku ‘Siyasetmedarek divê ji kesekê ji rêzê zêdetir jî xweşbînî nêz bibe. Kesên li pêşberî raya giştî divê bi her awayî bên rexne kirin.’”  
 
‘400 HEZAR ZAROK ZEWICANDIN’
 
Ondul, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mafê zarokan tune tê hesibandin. Li gorî danayên Komeleya Zarokên Rojevê ya hat girtin, di 10 salên dawî de 400 hezar zarok hatin zewicandin. Ev zarok hem ji dibistanê hatin mehrûm kirin, hemû jî pirsgirêkên wan ên tenduristiyê ketin rojevê û hem jî jiyana xwe ji dest dan. Divê rêgezên dewleta civakî bên avakirin ku malbat ji neçarî zarokên xwe nedin xebitandin.   
 
MA / Bariş Boyraz
 
 
 
 

Sernavên din

15/12/2017
12:35 Ondul: Di her kêliyê de dibe em bên girtin
12:33 Waliyê Amedê ‘Mîhrîcana Mafê Mirovan’ qedexe kir
12:30 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
12:11 Malbat ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê bibînin daxwazname dan
12:06 ‘Wê hesab neyê dayîn’ li Îzmîrê derket ser dikê
11:51 Zabite firotina şîr û mastê gundan asteng dike
10:41 Kaya ÎÎT nirxand: Li Riyadê ‘Filîstîn terorîst’ hat nîşandan çima we bertek nîşan neda?
10:32 Dadgeh: Dibe ku dirûşm berz nekiribe, lê divê ji vê rewşê aciz bûbûna
10:21 Serokê Meclîsê: Em ji bo berdana wekîlên girtî mesrefê nakin
10:14 ESP: Her tecrîd giran bibe dê parçebûn zêde bibe
10:08 Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye
10:02 Dozger qusûra rayedaran di kuştinên li bajarên qedexe de nedît
09:31 1HaberVar: Em li gorî polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin
09:25 'Jiyana ekolojîk û komun esas digirin'
09:24 Helbestvan Loran: Helbesta 90'î hebûna kurdan, a îro jî komkujiyan îspat dike
09:23 Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin
09:22 Kesên teqawîd meaş û jiyaneke mirovane dixwazin
09:21 Ajokarên koçberên Sûrî bar dikin rastî 1000 tl ceza tên
09:21 Hindik maye esnafên xana dîrokî jî dikanên xwe bigirin
09:11 Polîsê ku Oner kuşt wê li dadgeha cezayê giran bê darizandin
09:10 Sîxurî qebûl nekir sirgûn bû
09:09 Li şûna malên Sûrê yên rûxandin otelên bûtîk û vîlla ava dikin
09:09 Qedexekirina tûtinê pişta tûtinvanan şikand
09:08 Jinên Bedlîsî çanda pêtina nanê tenûrê belav dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017'AN
14/12/2017
18:52 Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok hat berdan
17:30 Malbatên Roboskê: Gelo em vê êşê çawa pênase bikin?
17:03 Polîsan rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şewitand
16:47 Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye
16:33 Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku Kemal kuşt red kir
16:16 Serokê dadgehê SEGBÎS rexne kir: Tim qût dibe
16:00 Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite
15:46 DAIŞ’ê hevjînê xwe birîndar kir li ser sînorê Sûriyeyê hat girtin
15:43 Polîsê Kemal Kurkut kuşt hêj li ser kar e
15:03 HDP'ê ji bo Cizîr û Silopiyê pêşnûmeya lêkolînê da
15:01 Şaredariya DBP'i avakir qayûm xerakir!
14:48 Endamên KESK'ê faks ji Serokwezîr re şandin
14:34 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:14 Parêzerên Ocalan daxwaznameya 713'emîn ji bo hevdîtinê da dozgeriyê
14:13 Şahid îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
14:11 Parêzer Ozbîngol: Tundiya li ser jinê zêdebû, lê nayê dîtin
13:58 ‘Li darxistina mîhrîcana fîlman jî berxwedanek e’
13:29 Rojnameger Turfent sibê derdikeve dadgehê
13:28 Bi hinceta Demîrtaş 'kesekî naskirî ye' neanîn dadgehê!
12:59 Parastina AKP'ê ya DMME'ê: Girtina parlamenterên HDP'ê pêwist bû
12:41 Girtiyên Osmaniyê dikevin greva birçîbûnê
12:29 Tunç: Pênaseya gotina şehîd ne karê dadgehê ye
12:21 Hawara Dayika Kurkut: Cihê Kurkut lê hat kuştin vir e?
12:19 ‘Gelo Mustafa Kemal bi peyva Kurdistan cudakarî kir?’
11:56 2 jê parêzer 10 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
11:55 Bi hinceta 'dê lêkolîn bikin' dest danîn ser parastina girtiyan
11:46 Dadgeha herêmî cezayê hevseroka DBP'ê xirab kir
11:33 Parêzer Bek: Pêkanîna nû ya Ewlekariyê îtirafkariye
11:32 Dayika Kemal: Ji Kemalê min çi xwestin
11:17 Bersûcên Aladagê ji berpirsyariyê direvin
10:47 Dînç: Êrîşa li dijî Şengalê êrîşa li dijî baweriyê bû
10:42 Tomerîfiroş: Esnaf bi deynê qilopanî dide avêtin
10:31 Gelo li Rezanê çi diqewime: Tacîz kir û çek lê kişand
10:05 Dozger Pirtûka Rojnameger Aykol 'materyala rêxistinî' hesiband
10:04 29 roj in aqûbeta Çelîkê ku Walîtiyê got 'tevkar' e nayê zanîn
10:03 Ka ne tê firotin û ne tê kirîn
10:02 ‘Şidet çiqas dewam bike dê travma jî ew qas kûr bibin’
09:42 Esnafên Wanê: Derî heye lê bazirganî tune ye
09:42 Qazek bûye 150 TL
09:34 Banga ji bo ‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’
09:33 Aborîzan Sonmez: Di aboriya mezin bibe de çawa betalî zêde dibe?
09:13 Jinên HDK'î li dijî faşîzmê, konferansa jin û jiyanê li dar dixin
09:13 Dijberî Kurdan Lozana duyem!
09:12 Rojnameger Çelebî: Trump bi serê xwe biryara Qudusê nedaye
09:11 22 sal şûnde kujer ji nûve tên darizandin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2017'AN
13/12/2017
18:04 Rojnameger herî zêde li Tirkiye girtîne
17:45 Teşkîlata Hevkariya Îslamê: Qudus paytexta Fîlîstîn a di bin dagirkeriyê de ye
16:55 Di salekê de 40 kes li Wanê hatin kuştin
16:43 Zeydanê HDP'î nehat berdan
16:31 Dijberiya 'Kurdistan' derbasî girtekan bû
16:16 Zeydan: AKP, ji bo nemiriya xwe darazê bi kar tîne
15:54 Îdîaya li Kobanê 2 leşker hatin kuştin
15:51 Erdal Eren û hevrêyên wî bibîranîn
15:34 Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand
15:16 Meclîsa Tirkiye li peyva 'Kurdistan' ceza birî
15:06 Endama MYK KESK’ê Atasoy: Emê tirsê belav bikin
15:05 Endama DÎK’ê Suheyla Înal: ÎÎT zîrveya durûtiyê ye
14:47 Doza Elvan taloq bû: Dê polîs bên guhdarkirin
14:40 Di çalakiya Yukselê de 7 binçav kirin
14:17 104 kesan ji bo Gulmen û Ozakça îlan dan rojnameyê
14:10 Wekîla HDP’ê xwest rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin
13:49 Peyva 'Kurdistan' wekîlên AKP'ê aciz kir
13:38 Erebistana Siûdî Yemen bombe kir 39 kes kuştin
13:30 Dadgeha bilind cezayê li kujerê Ethem Sarisuluk hat birîn kêm dît
12:40 'Heta rola Ocalan a li Rojhilata Navîn neyê dîtin dê aştî pêk neyê'
12:39 Di nav welatiyên binçavkirî de yên 85 salî û 82 salî jî hene
12:25 Îlham Ehmed: Ger rewşenbir rola xwe nelîzin dê ji trêna şoreşê bimînin
12:09 Doza Berkîn Elvan dest pê kir: Dayik li ser hişê xwe çû
12:06 Serokê Meclîsê rekora redkirinan şikand!
11:41 Dadgehê xwest Demîrtaş bînin danişînê
11:35 Cenazeyê Hakan Arslan ê li Sûrê 23 mehin nayê dîtin
11:21 Zilamê li Amedê tecawizê 2 zarokan kir, dîmenên wî derketin holê
11:20 Waliyê Êlihê derve li Heskîfê qedexe kir
10:59 Oztuzun: Ocalan mîmarê jiyana hevpar a gelan e