STENBOL - Serlêdana hevdîtinê ya parêzerên Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve cara 713’emîn hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê bersiv da serlêdana parêzeran û daxwaza hevdîtina wan a 713’emîn red kir.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve daxwaza hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ev bû cara 713’an bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û "Rewşa Awarte" tê astengkirin.