WAN – Gundiyên ku bi salan e ji gundan şîr, mast, penêr û rûnê nivîşk tînin navenda Erdîşê difiroşin; her sibe rastî astengî û mudaxeleya zabiteyan re rû bi rû dimînin.
Ji gundên girêdayî navçeya Erdîşê ya Wanê her sibe gundî ji gundên xwe şîr, mast, penêr û rûnê nivîşk tînin navenda navçeyê û difiroşin. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin, ev firoşkar her sibe bi astengî û mudaxeleya zabiteyan re rû bi rû dimînin.
Zabite her sibe bi awayek rûtîn tên bazarê û hilberînên gundiyan kontrol dikin û gundiyan hişyar dikin ku hilberînên xwe neynîn nefiroşin. Gundiyan destnîşan kir ku ji bo ew heqê nanê xwe derbixin her sibe zû ji gundan tên navenda navçeyê û xwestin şaredarî dev ji vê helwesta xwe berde.