Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye

img

ENQERE - Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr ji ber ku li Meclisê peyva "Kurdistan" anî ziman, "demborî" ji meclisê hat avêtin. Baydemîr diyar kir ku heke li Deriyê Çiyê sêdarê jî daynin, tişta anîn serê Şêx Seîd û hevrêyên wî bînin serê wî jî Kurdistan Kurdistan e, Kurdistan aha vêderê ye.

Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Osman Baydemîr, di Lijneya Giştî de peyva "Kurdistan" anî ziman û bi "demborî" cara ewil wekîlek ji Meclisê hat avêtin. Piştî ev mijar di rojevê de cih girt, Baydemîr cara ewil ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Baydemîr diyar kir ku cezayê "demborî" ji Meclisê avîtin ji bo wî rûmet e û ev tişt got: "Ev tişta herî bi qîmet e em ji zarokên Kurditanê re bihêlin."
 
'MIN HEQÎQET ANÎ ZIMAN'
 
Baydemîr aşkera kir ku gotina "Kurdistan" a li ser wî kursiyî, anîna ziman a heqîqetê ye û wiha pê de çû: "Ji Kurdistanê re gotin Kurdistan karekî mezin nîne. Tenê tu rastiyekê tînî ziman. Divê mirov li ser hişmendiya nijadperest a li dijî Kurdistanê ket êrîşê raweste. Ya balkêş ev e. Divê li ser vê yekê rawestandin pêk bê. Tişta ku min li Meclisê anî ziman, ez dixwazim li vir jî bînim ziman. Divê bi samîmî nêzê hedîseyê bibin. Di tevahiya jiyana min a siyasî de navê Kurdistanê Kurdistan bû. Ez ji Kurdistanê me û zarokekî kurdan im."
 
Baydemîr destnîşan kir ku armanca hatina wî ya TBMM'ê ew e di meseleya kurd de di warê aştî û wekheviyê de siyasetê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê ev meclis Kurdistanê jî bigire nava xwe. Heke polîtîkaya redkirin û înkarê bi pêş bikeve, parlamento neguhere, dê hevpariya kurd, Kurdistan, Trakya, Ege û Deryaya Reş dernekeve pêş. Ez li ser şexsê xwe dibêjim, wê demê çi karê min li wir heye. Heke ev parlamento nasnameya min a kurdî înkar bike, wê demê çi karê min bi vê hişmendiyê re heye."
 
DI 4 SALAN DE 4 HEZAR NAVÊ KURDISTANÊ KET GIRTEKAN
 
Baydemîr ji dîrokê jî mînak da û aşkera kir ku di sala de, 4 hezar caran navê "Kurdistan" di girtekan de derbas bûye û der barê bertekên li dijî wî pêş ketin de ev tişt got: "Qet tune be Ataturk 19 caran peyva Kurdistanê aniye ziman. Herî dawî di sala 1936'an de Ataturk peyva Kurdistanê aniye ziman. Lê piştî sala 1924'an, peyva Kurdistan wekî tabû dîtin. Qedexe kirin û komkujî pêk hatin. Ji wê salê heta niha çi guherî? Pirsgirêka kurd û Kurdistanê çareser bû? Gelê kurd dest ji doza xwe berda. Heqîqet ji holê hat rakirin? Na, çareser nebû."
 
'EW SÊPIYÊ JÎ DAYNIN...'
 
Baydemîr anî ziman ku cezayê "demborî" dane wî û dê ev heqîqetê neguherîne û di vê der barê de jî ev tişt got: "Ne tenê ew min 2 rojan an jî bi giştî ji Meclisê bavêjin, ew li Qada Deriyê Çiyê sêpiyê jî daynin û tişta anîn serê Şêx Seyîd û hevrêyên wî, bînin serê min jî dîsa Kurdistan Kurdistan e." Baydemîr di bersiva li Meclisê dabû Serokwekekîla Meclisê Ayşenur Bahçekapili, bi heman şeklî dîsa bir ser dilê xwe û got ku "Aha Kurdistan vêderê ye."
 
Baydemîr diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, sînorên Kurdistanê diyar kiriye û wiha dirêjî d axaftina xwe: "Erdogan bi xwe jî peyva Kurdistanê anî ziman. Ev di koma partiya xwe de bi lêv kir. Min çawa anî ziman wî jî wisa anî ziman. Heta sînorê wê jî diyar dike. Wê rojê rastî anî ziman. Wê demê çima îro berovajiyê wê dibêje?"
 
BANG LI KURDÊN DI NAVA AKP'Ê DE KIR
 
Li ser nîqaşên ku bi pêş ketin, Baydemîr bang li kurdên di nava AKP'ê de cih digirin jî kir û axaftina xwe wiha domand: "Heke qasî piçekî jî nirxên we mabin, hûnê bibînin ku di nava wê tevgera siyasî cihê we nema ye. Erdogan çi dibêje; 'Ez nijadperestiyê di binê piyê xwe de dipelçiqînim.' Niha lê mêze kin nijadperestiyê AKP û Erdogan xistiye devê xwe û heta êvarê wan diçû. Nêzikatiya AKP'ê ya li Meclisê dide nîşan ku ew bûne pêlîstoka nijadperestiyê. Wan li ser tiliya xwe dizivirîne."
 
'REJÎMEKE TOLÎTER AVA DIKIN'
 
Baydemîr aşkera kir ku ku di dema nîqaşên guhertina Tuzuka Navweyî de jî ruxmê ceza bidin wî jî dê dîsa peyva "Kurdistanê" bîne ziman.
 
Baydemîr rexneyên xwe yên di vê der barê de jî wiha anî ziman: "Dewlet her ku diçe dibe dewleta partiyekî. Artêş, polîs û edliye di bin serweriya partiyekî de ye. Walî, qaymeqaym, şaredar û her tişt di bin serweriya partiyekî de ye. Her gişt di nava du lêvê serokê vê partiyê de ye. Navê vê nabe dewleta demokratîk. Navê vê, dewleta partiyê ye."
 
Baydemîr herî dawî derbirî ku kes ne li pey egîdiyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em tenê dixwazin ji bo gel bibin bêhnek. Ez neferekî gelê xwe me, daxwaza min a azadiyê heye. Ev daxwaza gelê me ye. Daxwazeke wan a aştiyek bi rûmet heye, ev daxwaza min e. Ev ne tenê daxwaza gelê Bakurê Kurdistanê nîne, daxwaza gelên Rojava, Başûr û Rojhilat e jî."
 
MA / Hayrî Demîr 
 

Sernavên din

15/12/2017
12:35 Ondul: Di her kêliyê de dibe em bên girtin
12:33 Waliyê Amedê ‘Mîhrîcana Mafê Mirovan’ qedexe kir
12:30 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
12:11 Malbat ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê bibînin daxwazname dan
12:06 ‘Wê hesab neyê dayîn’ li Îzmîrê derket ser dikê
11:51 Zabite firotina şîr û mastê gundan asteng dike
10:41 Kaya ÎÎT nirxand: Li Riyadê ‘Filîstîn terorîst’ hat nîşandan çima we bertek nîşan neda?
10:32 Dadgeh: Dibe ku dirûşm berz nekiribe, lê divê ji vê rewşê aciz bûbûna
10:21 Serokê Meclîsê: Em ji bo berdana wekîlên girtî mesrefê nakin
10:14 ESP: Her tecrîd giran bibe dê parçebûn zêde bibe
10:08 Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye
10:02 Dozger qusûra rayedaran di kuştinên li bajarên qedexe de nedît
09:31 1HaberVar: Em li gorî polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin
09:25 'Jiyana ekolojîk û komun esas digirin'
09:24 Helbestvan Loran: Helbesta 90'î hebûna kurdan, a îro jî komkujiyan îspat dike
09:23 Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin
09:22 Kesên teqawîd meaş û jiyaneke mirovane dixwazin
09:21 Ajokarên koçberên Sûrî bar dikin rastî 1000 tl ceza tên
09:21 Hindik maye esnafên xana dîrokî jî dikanên xwe bigirin
09:11 Polîsê ku Oner kuşt wê li dadgeha cezayê giran bê darizandin
09:10 Sîxurî qebûl nekir sirgûn bû
09:09 Li şûna malên Sûrê yên rûxandin otelên bûtîk û vîlla ava dikin
09:09 Qedexekirina tûtinê pişta tûtinvanan şikand
09:08 Jinên Bedlîsî çanda pêtina nanê tenûrê belav dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017'AN
14/12/2017
18:52 Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok hat berdan
17:30 Malbatên Roboskê: Gelo em vê êşê çawa pênase bikin?
17:03 Polîsan rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şewitand
16:47 Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye
16:33 Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku Kemal kuşt red kir
16:16 Serokê dadgehê SEGBÎS rexne kir: Tim qût dibe
16:00 Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite
15:46 DAIŞ’ê hevjînê xwe birîndar kir li ser sînorê Sûriyeyê hat girtin
15:43 Polîsê Kemal Kurkut kuşt hêj li ser kar e
15:03 HDP'ê ji bo Cizîr û Silopiyê pêşnûmeya lêkolînê da
15:01 Şaredariya DBP'i avakir qayûm xerakir!
14:48 Endamên KESK'ê faks ji Serokwezîr re şandin
14:34 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:14 Parêzerên Ocalan daxwaznameya 713'emîn ji bo hevdîtinê da dozgeriyê
14:13 Şahid îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
14:11 Parêzer Ozbîngol: Tundiya li ser jinê zêdebû, lê nayê dîtin
13:58 ‘Li darxistina mîhrîcana fîlman jî berxwedanek e’
13:29 Rojnameger Turfent sibê derdikeve dadgehê
13:28 Bi hinceta Demîrtaş 'kesekî naskirî ye' neanîn dadgehê!
12:59 Parastina AKP'ê ya DMME'ê: Girtina parlamenterên HDP'ê pêwist bû
12:41 Girtiyên Osmaniyê dikevin greva birçîbûnê
12:29 Tunç: Pênaseya gotina şehîd ne karê dadgehê ye
12:21 Hawara Dayika Kurkut: Cihê Kurkut lê hat kuştin vir e?
12:19 ‘Gelo Mustafa Kemal bi peyva Kurdistan cudakarî kir?’
11:56 2 jê parêzer 10 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
11:55 Bi hinceta 'dê lêkolîn bikin' dest danîn ser parastina girtiyan
11:46 Dadgeha herêmî cezayê hevseroka DBP'ê xirab kir
11:33 Parêzer Bek: Pêkanîna nû ya Ewlekariyê îtirafkariye
11:32 Dayika Kemal: Ji Kemalê min çi xwestin
11:17 Bersûcên Aladagê ji berpirsyariyê direvin
10:47 Dînç: Êrîşa li dijî Şengalê êrîşa li dijî baweriyê bû
10:42 Tomerîfiroş: Esnaf bi deynê qilopanî dide avêtin
10:31 Gelo li Rezanê çi diqewime: Tacîz kir û çek lê kişand
10:05 Dozger Pirtûka Rojnameger Aykol 'materyala rêxistinî' hesiband
10:04 29 roj in aqûbeta Çelîkê ku Walîtiyê got 'tevkar' e nayê zanîn
10:03 Ka ne tê firotin û ne tê kirîn
10:02 ‘Şidet çiqas dewam bike dê travma jî ew qas kûr bibin’
09:42 Esnafên Wanê: Derî heye lê bazirganî tune ye
09:42 Qazek bûye 150 TL
09:34 Banga ji bo ‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’
09:33 Aborîzan Sonmez: Di aboriya mezin bibe de çawa betalî zêde dibe?
09:13 Jinên HDK'î li dijî faşîzmê, konferansa jin û jiyanê li dar dixin
09:13 Dijberî Kurdan Lozana duyem!
09:12 Rojnameger Çelebî: Trump bi serê xwe biryara Qudusê nedaye
09:11 22 sal şûnde kujer ji nûve tên darizandin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2017'AN
13/12/2017
18:04 Rojnameger herî zêde li Tirkiye girtîne
17:45 Teşkîlata Hevkariya Îslamê: Qudus paytexta Fîlîstîn a di bin dagirkeriyê de ye
16:55 Di salekê de 40 kes li Wanê hatin kuştin
16:43 Zeydanê HDP'î nehat berdan
16:31 Dijberiya 'Kurdistan' derbasî girtekan bû
16:16 Zeydan: AKP, ji bo nemiriya xwe darazê bi kar tîne
15:54 Îdîaya li Kobanê 2 leşker hatin kuştin
15:51 Erdal Eren û hevrêyên wî bibîranîn
15:34 Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand
15:16 Meclîsa Tirkiye li peyva 'Kurdistan' ceza birî
15:06 Endama MYK KESK’ê Atasoy: Emê tirsê belav bikin
15:05 Endama DÎK’ê Suheyla Înal: ÎÎT zîrveya durûtiyê ye
14:47 Doza Elvan taloq bû: Dê polîs bên guhdarkirin
14:40 Di çalakiya Yukselê de 7 binçav kirin
14:17 104 kesan ji bo Gulmen û Ozakça îlan dan rojnameyê
14:10 Wekîla HDP’ê xwest rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin
13:49 Peyva 'Kurdistan' wekîlên AKP'ê aciz kir
13:38 Erebistana Siûdî Yemen bombe kir 39 kes kuştin
13:30 Dadgeha bilind cezayê li kujerê Ethem Sarisuluk hat birîn kêm dît
12:40 'Heta rola Ocalan a li Rojhilata Navîn neyê dîtin dê aştî pêk neyê'
12:39 Di nav welatiyên binçavkirî de yên 85 salî û 82 salî jî hene
12:25 Îlham Ehmed: Ger rewşenbir rola xwe nelîzin dê ji trêna şoreşê bimînin
12:09 Doza Berkîn Elvan dest pê kir: Dayik li ser hişê xwe çû
12:06 Serokê Meclîsê rekora redkirinan şikand!
11:41 Dadgehê xwest Demîrtaş bînin danişînê
11:35 Cenazeyê Hakan Arslan ê li Sûrê 23 mehin nayê dîtin
11:21 Zilamê li Amedê tecawizê 2 zarokan kir, dîmenên wî derketin holê
11:20 Waliyê Êlihê derve li Heskîfê qedexe kir
10:59 Oztuzun: Ocalan mîmarê jiyana hevpar a gelan e