AMED - Dadgeha Îstinafê der barê dosyeya Şahîn Oner ê ji aliyê polîs S.K. ku bi wesayîta zirxî ew kuştibû de biryar da. Dadgehê biryar da ku bersûc S.K. bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" li Dadgeha Cezayê Giran bê darizandin.
Daîreya Ceza ya 10'emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê, der barê kuştina Şahîn Oner (19) ê di 10'ê Sibata 2013'an de di dema salvegera protestokirina anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan de, li semta Şehîtlikê ya navçeya navendî Yenîşehîr a Amedê bi wesayîta zirxî ya polîsan hat eciqandin û kuştin de biryar da. Dadgehê biryar da ku polîsê ajokarê wesayîta zirxî S.K. bi tawanbariya "kuştina qesdî" li Dadgeha Cezayê Giran bê darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî bûyerê 4 salan şûnde îdianame amade kiribû û di îdianameyê de hatibû xwestin ku polîsê bi navê S.K. bi tawanbariya "kuştina bi awayekî qisûrdar" ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Di danişîna ewil a di meha Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 7'emîn a Amedê pêk hat de, hatibû diyarkirin ku divê bersûc S.K. bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" bê darizandin û ji ber vê dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a Yekemîn a Amedê re hat şandin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a Yekemîn a Amedê derpêş kir ku berê di navbera bersûc S.K. û Oner de tu hisûmet tune bûne û ji ber vê S.K. bi qesdî Oner nekuştiye û divê bi tawanbariya "kuştina qisûrdar" bê darizandin.
XWEST LI DADGEHA CEZAYÊ GIRAN BÊ DARIZANDIN
Piştî vê nelihevkirina di navbera dadgehan de dosye ji Dadgeha Edliya ya Herêmê ya Dîlokê (Dadgeha Îstinafê) re hatibû şandin. Daîreya 10'emîn a Dadgeha Îstinafê piştî lêkolînekê biryar da. Dadgehê dest nîşan kir ku divê polîsê bersûc bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" li dadgeha cezayê giran bê darizandin.
Wê danişîna ewil di 15'ê Sibata 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Yekemîn a Amedê pêk bê.