SEMSÛR - Qanûna ku tûtin qedexe kir û li Meclîsê hat qebûlkirin, bi awayekî zêde bandor li tûtinvanên li Bazara Otûrakçiyê kir. Tûtinvanên ku nikarin tûtina di dest xwe de bifiroşin, diyar kirin ku muxalefet jî ji vê yekê berpirsiyar e.
Qanûna qedexekirina tûtinê di Meclîsê re derbas bû. Li gor vê qanûnê kesên cixareya bi pelan hatiye çêkirin û cixareyên din ên bi destan tên çêkirin bifiroşin wê ji 3 salan heta 6 salan bê cezakirin. Piştî ev qanûn di Meclîsê re derbas bû, bandoreke neyînî li tûtinvanên Semsûrê kir. Tûtinvanên li Bazara Otûrakçiyê diyar kirin ku keda wan a bi salan badilhewa çûye.
‘JI 50 LÎREYÎ DAKET 15 LÎREYÎ'
Bavê 4 zarokan Abûzer Akgul (50) ku 15 sal in tûtinvaniyê dike, diyar kir ku hem hilberîner hem jî firoşkar deyndar bûye û ji ber qedexeyê ew nikarin bifiroşin û deynê xwe bidin. Akgul ev tişt gotin: "Heke tûtin biçe wê çarenûsa Semsûrê biguhre. Ne heyfa vî bajarî, bila vê yekê li me rewa nekin. Tûtin karê bav û kalên me ye. Gelek hevalên me 4-5 ton tûtin di dest wan de ma. Ez jî hem diçinînim hem jî difiroşim. Em bi tu awayî nikarin tûtinê bişînin derveyî bajêr. Em nikarin bifiroşin. Kargo ji me re dibêje 'heta giştîname ji me re neyê em nikarin tûtinê bişînin.' Hem hilberînerê wê, hem jî firoşkarê wê mexdûr e. Niha nêzî 2 ton tûtina min heye. Di dest min de maye. Nikarim bifiroşim. Tûtina ku me bi 50 lîreyî difirot, niha daketiye 15 lîreyî. Bi vî buhayî zirar e. Heke wisa biçe em ê ji mecbûrî dev jî vî karî berdin."
‘PARLEMENTERÊN SEMSÛRÊ LI KUDERÊ NE?'
Akgul, diyar kir ku siyasetmdearan digot wê qanûn hilberîneran mexdûr neke, lê belê van gotinên wan derew derketine û ev tişt gotin: "Derewan dikin. Kar û barê wan derew in, gel dixapînin. Rûyê parlementerê me tune ye ku bên Semsûrê. 5 parlementerên vir hene, rojekê nehatin nepirsîn 'ka rewşa wê çî ye'. Di dema hilbijartinan de dadikevin kuçeyan, dest û pî tên maçkirin. Paşê dev ji bajêr berdidin, diçin û ji bîr dikin. Qeda bi wan keve. Ev ne esrar e ne jî tiştek din; tûtin li her derî tê firotin."
Şeyho Duymaz ku 50 sal in li gundê Akçali yê girêdayî navenda Semsûrê tûtinê datîne ev tişt gotin: "Em ji bav û kalan vî karî dikin. Çawa ku her bajar bi tiştekî debara xwe dike, em jî bi tûtinê debara xwe dikin. Ji ber cihê me çiya ne, erdên çandiniyê kêm in. 2 donim erdê min heye. Nêzî 200 kîlo tûtin jê digirim. Wekî din tiştek me xelas nake. Berê dewletê dikirî, lê paşê hew kirî û niha jî qedexe dike. Ji ber qedexeyê kes nakire. Nizanim ez ê çi bikim tûtina di dest xwe de? Bila çareyekê peyda bikin."
'HEW DENGÊ XWE DIDIN AKP'Ê'
Haci Yilmazê 44 ku li dikana xwe ya li Stenbolê tûtina Semsûrê difiroşe, diyar kir ku ji Îngîltere, Îsraîl, Amerîkayê tûtinê tînin. Yilmaz wiha got: "Madem tûtina me qedexe dikin, ez jî ji niha û pê ve dengê xwe nadim AKP'ê." Bavê 2 zarokan Ahmet Tûrgûtê 45 salî ku ji sedî 60 berasteng e jî diyar kir ku bi qasî îktîdarê muxalefet jî ji rewşê berpirsiyar e. Tûrgût got ku ew bi vî halê xwe yê berasteng jî bêyî ku muhtacî kesî bibe dixebite, lê belê dewlet çavkaniya debara wan qedexe dike. Tûrgût got ku divê her kes ji bo vê rewşê bi hestiyarî tev bigere.