AMED - Dozger xwest polîs Y.Ş ê Kemal Kurkut kuşt bê girtin, lê heyeta Dadgeha daxwaza dozger a girtinê red kir. Heyeta dadgehê doz taloqî 26’ê Nîsana 2018’an kir.
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê ji Meletiyê hat Amedê û xwest tev li Newrozê bibe, di ketina qadê de polîsan ew qetil kir. Polîs Y.Ş. ê ji ber kuştina Kurkut tê darizandin, der barê wî de bi sûcdariya "Bi zanebûn mirov kuştiye" cezayê heta hetayê ji bo wî tê xwestin. Doza Y.Ş. li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Doza ku bersûc Y.Ş. bê girtin tê darizandin, bi beşdariya malbata Kurkkut û gelek siyasetmedaran hat dîtin.
Piştî îdianameya danişînê hat xwendin, polîs Y.Ş. parastin kir.
Y.Ş. da zanîn ku piştî bûyera înfazê 3 mehan ji kar hatiye dûrxistin, piştre dîsa dest bi kar kiriye. Y.Ş. aşkera kir ku wî 2 gule berdane aliyê Kurkut, xwestiye guleyan berde lingên wî. Polîs da zanîn ku piştî wî gule berdaye Kurkut vegeryaye qadê û li ser peywira xwe sekiniye.
Lê wêneyên dema înfazê yên hatine kişandin û dîmenên di kameraya polîsan de, Y.Ş. di cihekî nêz de çeka xwe rastî singa Kurkut dike û ji piştê ve guleyan lê dibarîne û ev di dosyayê de cih digirin.
Di dema danişînêde dayika Kemal Kurkut, Secan Kurkut li ser hişê xwe çû. Dayik Kurkut ji salona danişînê hat derxistin.
DOZGER GIRTEK XWESTINS
Piştî îfadeya Y.Ş. hat girtin, rojnameger Abrurrahman Gok wekî şahid hat guhdarkirin.
Dozgerê danişînê, bal kişand ser polîsê hêj li ser peywirê ye û xwest li gorî xala 100'emîn a CMK'ê, Y.Ş. bê girtin.
7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara dozger nirxand û daxwaza girtina Y.Ş. red kir û doz taloqî 26'e Nîsana 2018'an kir.