RIHA - Ahmet Koyuncu yê DAIŞ’î piştî hevjînê xwe bi giranî birîndar kir û reviya, li ser sînorê Sûriyeyê hat girtin.
Li taxa Konuklu ya navçeya Xelîliya Rihayê, di 8’ê Kanûnê de Ahmet Koyuncu (40) ê DAIŞ’î hevjîna xwe Hanim Koyuncu (35) bi kêrê bi giranî birîndar kir û reviya. Koyuncu ê DAIŞ'î li Hatayê hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Hanim Koyuncu ya bi giranî birîndar bû jî li nexweşxanê dermankirina wê didome.
Ahmet Koyuncu berê tevlî DAIŞ’ê bûbû, piştî demekê li Sûriyeyê ma salek bere vegeriya Rihayê.