RIHA - Parêzera Baroya Rihayê Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol tundiya li dijî jinê, kuştin û îdîayên întîharên jinan ên li bajêr nirxand û wiha got: “Di bin îdîayên ‘întîhara jinan de’ kuştin derdikevin holê û rêjeya tundiyê zêde bû, lê bi kasî tundî heye ev tundî nayê dîtin"
Li Rihayê di 3 mehên dawî de zilaman 2 jin kuştin. Di 3 rojan de ji 3 jinên hat îdîakirin ku întîhar kirin 2 jê jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî endamê DAIŞ’ê piştî vegeriya malê hevjîna xwe kêr kir. Endama Baroya Rihayê prz. Sevda Çelîk Ozbîngol, tundiya li dijî jinê nirxand û wiha axivî: “Tundiya li ser jinê pir zêdeye, lê di îstatîstîkan de nayê xuya kirin.”
'TUNDIYÊ VEDIŞÊRIN'
Ozbîngol, diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê di qanûnan de kêmasî heye û wiha got: “Rêjeya tundiyê zêde bûye, lê dîtina wê kêm bûye. Sedema vê yekê jî bûyerên wiha di çapemeniyê de nayên dîtin. Ji ber ku kuştin û tundiyên li dijî jinan bi çapemeniyê re nayên parve kirin, em nikarin xwe bigihînin daneyên îstatîstîkên rast. Ev jî bandorek nebaş li ser pêşîlêgirtina tundiyê dike. Li Rihayê jî di çend mehana de ji yekê zêdetir bûyerên kuştin û întîharên jinan rû dan.”
'NECEZAKIRIN TUNDIYÊ ZÊDETIR DIKE'
Ozbîngol, anî ziman ku li Rihayê “biryara veşarî” danîn ser çend dosyayên kuştinên jinan û wiha got: “Di vê rewşê de tevlîbûna rêxistinên civakî yên sivîl asteng dikin. Bi taybetî li herêmê dibin bûyerên îhtîhar kirinên jinan de’ kuştin derdikevin holê. Di Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de, di întîharekê de derket holê ku kuştin heye. Dayîkekê xwest mirina keça xwe biguman ku berî du salan pêk hat, cara duyemîn bê otopsîkirin. Di 5’ê Kanûn de sê bûyerên întîharê jiyana. Îdîayên întîharên di temenê 15 û 20 salî de didin xuya tundî ne li gorî temen tê kirin. Her jinan jî jiyana xwe ji dest dan. Her dawî hat îdîakirin ku zilamê di şerê DAIŞ’ê cih girt û pişt vegeriya mala xwe hevjîna xwe bi giranî birindar kir. Ji ber ku bûyerên wiha bê ceza bi encam dibin, her ku diçe hêjmara sûcan zêdetir bidin.”
Li bajêr îdîayên kuştin, întîhar û tundiya li dijî jinê yên di sê mehên dawî hatin jiyîn wiha ne:
“* Eylem Tîller (35), di 20’ê Cotmeha 2017’an de hevjînê wê ew kuşt. Hat gotin ku întîhar kiriye, lê mehek şûnde hevjînê wê weke kujer hat girtin.
* Belkis Varlik (20), di 25’ê Mijdara 2017’an de bavê wê, ew kuşt. Balkis di 16 saliya xwe de bi darê zorê hatibû zewicandin.
* Hatîce A. (15), di 5’ê Kanûna 2017’an de hat îdîakirin ku întîhar kir.
* Ayşe S. (20), di 5’ê Kanûna 2017’am de hat gotin ku întîhar kir.
* H.Ç. (20), di 5’ê Kanûna 2017’an de ji ber ku bavê wê got dê bi darê zorê bizewicîne, hat gotin ku întîhar kiriye.
* Kezîban Ruzgar, berî 2 salan bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Dayîka wê piştî du salan bigumana ku bavê wê, wê kuştiye xwest cardin gura wê bê vekirin.
* Hanim Koyuncu (35), di 8’ê Kanûna 2017'an de ji aliyê hevjînê xwe yê tevlî DAIŞ’ê bû û piştî vekiriya malê ve bi giranî hat birîndarkirin.
MA / Arjîn Dîlek Oncel