WAN - 5'emîn danişîna doza Rojnameger Nedîm Turfent ê 19 mehin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye dê sibê li Colemêrgê bê dîtin.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) hat girtin, Nedîm Turfent di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hatibû girtin. Dê Turfent sibê cara 5'emîn li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê derkeve pêşberî dadger. Îdianameya ku der barê Turfent de hat amadekirin, bi "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" tê tewambarkirin. Turfent ê di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Gevera Colemêrgê bû, ji ber ku nûçeyên der barê binpêkirinên mafan de çêkirin, bi hincetên wekî li ser medyaya civakî polîsên tevgera taybet û leşker piçûk xistiye, gef li hat xwarin û hedef hat nîşandan.
ŞAHIDAN PAŞVE GAV AVÊT
Di rûniştina yekemîn a doza rojnameger Turfent de, ji 24 şahidan 13 kesan aşkera kirin ku ji ber îşkence dîtine, bi zorê îfadeya wan hatiye girtin. 10 şahidên din, yek ji wan şahidê veşarî ji 11 şahidan 4 şahidan di rûniştina dozê de piştrast kirin ku bi îşkenceyê îfadeyên wan hatine girtin û bi zorê bi wan dane îmzekirin. Tevî ku şahidan piştrast kir ku bi îşkenceyê îfade dane û ew nedîn nas nakin jî dîsa Turfend nehat berdan. 5'emîn danişîna doza Turfent dê sibê bê dîtin. Parezeran beriya danişînê bang li parêzer, rojnameger û parazvanên mafên mirovan kir û xwest hestiyar nezîkî dozê bibin.