ENQERE - Hikûmeta AKP'ê ji bo girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenterênk HDP yên girtî parastina nivîskî da Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa. Hikumeta AKP'ê parast ku pêwist bû parlamenterên HDP'ê bên girtin.
Di 4'ê mijdara 20176'an de li dijî parlamenterên HDP'ê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş jî di navde 11 parlamenterên HDP'ê hatibûn girtin. Pitre gelek parlamenterên din hatin girtin û gelek ji wan hatin berdan. Gelek parlamenterên HDP'ê jî parlamenteriya wan û endamtia wan a partiye hat xistin. Parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Li ser vê yekê DMME'ê der barê girtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û 11 wekilên HDP'ê de parastin ji hikûmeta Tirkiye xwest. Hikumeta Tirkiye jî parastin da DMME'ê. Hikûmeta Tirkiye (AKP) di parastinêde diyar kir ku girtina parlamenterên HDP'ê hewce bû.
Hikûmetê parast ku doza ku wekilên HDP'ê li DMME'ê vekiriye nayê qebûl kirin û parast ku ew li bendê bûn ku nûnerên partiyên siyasî çalakiyên rêxistinên terorê şermezar bikin, lê çalakiyên partiyen siyasî yên serî li dadgehê dane li gorî xebatên partiyên siyasî naye destgirtin.
'JI BO PARASTINA CIVAKA DEMOKRATÎK HATIN GIRTIN'
Hikûmetê di parastinê de diyar kir ku ji bo parastina civaka demokartik û civak di nava arami û aştiyê de bijîn parlamenter hatin girtin. Hikûmete da zanîn ku ji bo li dijî 'Terorê' serkeftî têbikoşin girtina wekîlan guncav hatiye dîtin.
Hikûmetê tenê CHP û MHP wekî partiyên muxalif dit û îdîa kir ku xebatên partiyên muxalif nehatine asteng kirin.
BIRYARA GIRTINÊ YA DARAZA SERBIXWE YE
Hikûmetê parast ku biryara darizandin û girtina wekîlan biryara daraza serbixweye.