OSMANIYE - Girtiyên li Girtîgeha T 2 a Osmaniyê, li dijî bin pê kirinên mafan ên rastî tên, dê roja Duşemê bikevin greva birçîbûnê.
Girtiyên li Girtîgeha T 2 a Osmaniyê, diyar kirin ku di demên dawî de rastî êrîş û bin pê kirinên mafan ên dijwar tên. Dayîka Abdullah Topaloglu yê li girtîgehê Naîle Topaloglu ku di 13’ê Kanûnê de çû hevdîtina kurê xwe, anî ziman ku kurê wê jê re got, piştî rêveberiya girtîgehê guherî êrîş û bin pêkirinên mafan zêde bûne.
'BILA RAYA GIŞTÎ BI HESTIYAR TEVBIGERE’
Dayîk Topaloglu, anî ziman ku girtî dê roja Duşemê li dijî van êrîş û pêkanînan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bedem û durveger bikin. Topaloglu, dest nîşan kir ku heya şert û mercên girtîgehê neyên sererast kirin, dê girtî dest ji çalakiya xwe bernedin. Dayîk Topaloglu banga hestiyariyê li raya giştî kir.