STENBOL - Hunermend Ferhat Tunç, di danişîna doza bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê" kiriye tê darizandin de jiyana xwe ya hunermendî ya 35 salan vegot û wiha got: “Ji kêre şehîd bê gotin an neyê gotin ne kare dadgehê ye."
Hunermend Ferhat Tunç ji ber parvekirinên medyaya civakî yên di dema çalakiyên Kobanê parvekirin de, li 36’emîn Dadgaha Cezayên Giran a Stenbolê doz lê hat virin û derket beşdarî dadgehê. Doza Tunç a bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê" kiriye hat dîtin. Tunç, parêzerê xwe Ercan Kanar û gelek kes di danişînê de amade bûn. Piştî danasîna nasnameyan û xwendina îdîanameyê, Tunç parastin kir. Tunç jiyana xwe ya hunermenditiya 35 salan vegot û parastin kir: “Baweriya min bi demokrasiyê tê. Pirsgirêka kurd a welatê me heye. Ev rastiyeke. Li dijî rêxistkek wekî DAIŞ’a ku jin revadin û di bazaran de firotin, serê mirovan mîna mihan jê kirin, kê bêdeng ma ku ez bêdeng bimîn in? Ji bilî YPG-YPJ’ê rêxistineke ku li dijî DAIŞ’ê têbikoşe hebû ku min nedît? Ez bi wijdanî tevgeriyam. Ji kêre şehîd bêgotin an neyê gotin dê biryara dadgehê diyar neke.”
Parêzer Ercan Kanar jî parastin kir û dûre dadgehê li ser daxwaza dozger dirûşme daloqî 27’ê Adara 2018’an kir.