AMED - Dayika Kemal Kurkut Secan Kurkut a ji bo beşdarî danişîna doza polîsê kujer Y.Ş. ê kurê wê kuşt bibe hat Amedê, cihê ku kurê wê Kemal lê hat kuştin ziyaret kir. Secan Kurkut, li cihê kurê wê lê hat kuştin kir hawar û got: "Cihe tu lê şehît ketiye, cihê xwina te lê herikiye vir e? Ez qurbata te me xweşikê min" û hêsir herikandin.
Yekemîn danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya 21'ê Adarê de ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dê piştî nîvro dest pê bike. Malbata Kurkut ku ji bo tev li danişîna dozê bibin ji Meletiyê hatin Amedê, ewil çûn edliyê. Lê piştî heyetê doz taloqî piştî nîvro kir, malbata Kurkut û heyeta li gel wan çûn qada Newrozê cihê ku Kurkut lê hatiye kuştin. Malbata ku hat Kolana Evrim Alataş a qata Newrozê cihê ku polîs Y.Ş. yê Kemal kuşt ziyaret kir. Dayika Kemal Secan Kurkut û xwişk û birayên Kemal yekem car hatin Qada Newrozê û cihê Kemal lê hatiye kuştin ziyaret kirin.
AX MAÇ KIR
Dayika Kemla Secan Kurkut, çawa ji maşînê daket çû cihê ku Kemal lê hat kuştin û ax maç kir. Dayik Secan Kurkut bi destê xwe ax şa kir. Kurê Secan Cihan Kurkut ket milê dayika xwe. Dayik Secan zimêr û hawara xwe wiha anî ziman: "Cihe tu lê şehît ketiye, cihê xwina te lê herikiye vir e? Ez qurbata te me xweşikê min. Ez qurbata te me Kemal. Tu ket ku ez qurbana te me. Were kemal were li vir bilize. Kemale min xwîna ket ket ku. Yên xwina te rijandin bila kor bibin. Tu li kuye. Te li vir çavên xwe girt. Oy berxê min, oy kurê min tu çima hat vir. Ma tu nizane ew zalim in? " û hêsir herikandin.
Malbatê li cihê bûyerê ji rojnamegerên bûn şahidê bûyerê agahî girtin. Malbata kurkut ku rêveberên HDP'ê jî hevalkariya wan kir, piştre çûn Qesabê ku Kurkut kêr jê anî ziaret kir û agahi ji qesab stendin.
Malbat piştre dîsa ji bo tev li danişîna dozê bibin derbasi Edliyeya Amedê bûn.