ÎZMÎR - Rayedaren Girtîgeha Hêjmara 2 a Tîpa F a Kiriklarê, bi hinceta 'dê lêkolîn bikin’ dest danîn ser parastina girtî Îlham Yuksek.
Girtî Îlham Yuksek ê li Girtîgeha Hêjmara 2 a Tîpa F a Kiriklara navçeya Buca ya Îzmîrê, ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Îzmîrê re nameyek şand û bêmafiyên rastî hatin vegotin. Yuksek di nameya xwe de, diyar kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn bi awayekê herî dijwar li girtîgehan tên hîs kirin û wiha got: “Bêmafiyên ev demek dirêje li girtîgahan tên jiyîn, di demên dawî de êdî nayên nayên rakirin. Ji bo pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn, me serî li mecên têkildar dan. Lê tu encam derneket holê.”
‘ME PARASTIN NEKIR LI DIJÎ ME BIRHAR DAN’
Yuksek, di dewama nameya xwe de wiha got: “Rayedarên girtîgehê parastina me ya ji bo danişînsa doza ku em tê de tên darizandin nivîsandin bi hinceta 'dê lêkolîn bikin' ji me girtin û dest danîn ser. Erkeke wiha ya di qanîn û rêziknameya rayedarên tu girtîgehan tuneye. Vê yekê nîşan da ku rayedarên girtîgehê qanûn û rêziknameya rayedarên girtîgehê ji holê rakiriye. Rayedarên girtîgehê bi hinceta ‘dê lêkolîn bikin’ parastina me nivîsandî ji me girtin û dest danîn ser. Piştî vê lêpirsînê, wer xuya dike ku rayedarên girtîgehê parastina me guncaw nedîtine ku nehiştin em bi xwe re bibin. Cardin me xwest li ser UYAP ji dadgehê re bişînin. Ev daxwaz me jî qebûl nekirin. Di encamê de doza me hat dîtin û me nekarî em parastina xwe bikin û li dijî me biryar dan.”
Yuksek, da zanîn ku rayedarên girtîgehê ew mexdûr kirin û wiha dawî li nameya xwe anî: “Li dijî van hemû êrîş û nezîkatiyên keyfî yên rayedarên girtîgehê, em banga hestiyariyê li raya giştî dikin ku têbikoşîn.”