DÎLOK - Dadgeha Edliyeya Hermî ya Dîlokê, bi hinceta Hevseroka DBP'yê ya Dîlokê Gulsum Demîr tev li merasîmên cenazeyan bûye û xebatên partiyê kiriye, 6 sal û 3 meh ceza lê birîbû. Dadgehê da zanîn ku ceza bi hincetên kêm hatiye birîn, doz xirab kir û Demîr tahliye kir.
7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê, 4'emîn DayreyaCeza ya Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, bi îdiaya Hevseroka DBP'a Dîlokê Gulsum Demîr "Endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh ceza lê birî û piştre doz bi esastî xirab kir. Dadgehê wekî hincet jî "Tev li cenazeyê endamên rêxistinê bûye, pirtûkên qedexe (bîranînên gerîla/Patîka 4 'Şiverê 4') û xebatên rêxistinê kiriye" da nîşan.
Parêzera Demîr a bi girtî tê darizandin Bêrîvan Ozpolat, serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî da û ji ceza re îtiraz kir, tahliyeya miwekîla xwe xwest. Piştî serlêdanê 4'emîn Dadgeha Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî serlêdana îtirazê nirxand, di 23'yê Mijdarê de biryar da û aşkera kir ku cezayê li Demîr hatiye birîn, ji hincetên kêm hatiiye birîn û hikum xirab kir û biryara tahliyeyê da.
Ozpolat da zanîn ku ev biryar dê ji bo gelek dozan bibe emsal.