ŞIRNEX - Malbatên Şirnexê yên piştî qedexeyên derketina derve malên wan hatin rûxandin û li gundê Avgamasiyan bi cih bûn, bal kişandin ser şertên zivîstanê û ji bo‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’ bang li her kesî kirin.
Li Şirnexê piştî “Qedexeya derketina derve” ya di navbera 16’ê Adarê û 14’Mijdara 2016’an de hat îlankirin, bi sedan malbatên malên wan hatin rûxandin li gund û navçeyên derdora bajêr bi cih bûbûn û hîn jî ji bo debara xwe didomin. Malbatên li gundê Avgamasiyan ê 5 kîlometre dûrî bajêr e bi cih bûn, bi hatina zivîstanê re bi şert û mercên zor û zehmet re rû bi rû mane. Malbatan, ji bo zeximkirina “Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira” ku Heyva Sor a Kurdistanê ji bo wan saleke din jî dema wê dirêj kiribû bang li her kesî kirin.
‘EM JI JIYANA ME KIRIN’
Emîne Katar, mala wê ya 3 qatî ya li Taxa Yeniyê ya bajêr hat rûxandin, neçar ma ku koçî gund bike. Katar, bal kişand ser girîngiya kampanyayê û wiha axivî: “Di salên 90’î de gundê me rûxandin, ji neçarî me koçî navenda Şirnexê kir. Di derfetên herî zor de me malek ji xwe re ava kir. Me digot qey xira nabe, lê rûxandin. Heya demekê em di konan de man û pişt re jî me malek ava kir. Ev mala me ne saxlem e. Gava baran dibare serban dilop dike. Piştî serma zêdetir bû em nizanin em ê çi bikin. Em ji axa me, mala me û jiyana me qût kirin. Ji bo zeximkirina kampanyayê bang li her kesî dikim."
‘AV Û CEYRAN TIM QÛT DIBIN ’
Malbata Kulter a 11 kulfetî, yek ji wan malbatan e ku di dema qedexeya derketina derve de li gund bi cih bûbû. Omer Kulter ku hîna dîwarê mala xwe ya di halê îneşatê de ye çê dike, diyar kir ku ji ber şertên zor ên bi wan re rû bi rû mane nikare zarokên xwe rêke dibistanê û wiha axivî: “Derfetên me bi sînorkirî ne. Li gund mehên zivîstanê dijwar derbas dibin. Av û ceyrana me tim qût dikin.”
‘EM NIKARIN DI TOKIYAN DE BIJÎN’
Jina bi navê Taybet Onge ya piştî mala wan hat rûxandin koçî Sîlopiyayê kir, ji wir jî çûn bajaroka Dêrgulê û dûre li Avgamasiyan bi cih bûn jî, anî ziman ku bi hatina zivînstanê re jiyana wan zortir bûye. Onge, da zanîn ku ji mala xwe ya hat rûxandin tiştek dernexistine û wiha got: “Ji neçarî me koç kir. Xaniyên me yên fireh rûxandin ên teng çê kirin. Em nikarin di TOKI’yan de bijîn.”
‘DIVÊ HEMÛ KES PIŞGIRIYA ŞIRNEXÊ BIKE'
Nedîm Sondak jî, destnîşan kir bi alîkariya xizmên xwe li gundê ku koçî wî kiriye xaniyek çê kirine û wiha got: “Bang li hemû kesî dikim ku piştevaniya Şirnexê bikin. Êdî hewa sar bû. Ji bo pêydakirina pêdiviyan em bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ji bo vî xanî ava bikim ez ketim bin deynekî giran."