Aborîzan Sonmez: Di aboriya mezin bibe de çawa betalî zêde dibe?

img

ENQERE - Aborîzan Mûstafa Sonmez der barê hejmarên mezinbûnê yên di warê aboriyê de ku ji tişta dihat payîn bêtir derketin de ev tişt gotin: "Divê mirov bi hejmaran nexape. Ev rewş ne ew rewş e ku derbas bibe. Ma di aboriyeke ku mezin bibe de betalî zêde dibe?" 

Li gor daneyên TUÎK'ê yên dawîn, hejmarên mezinbûnê yên der barê rewşa aborî ya Tirkiyeyê de ji tişta dihat payîn zêdetir derketin û daketiye ji sedî 11.1. Aborîzan Mustafa Sonmez daneyên hatin daxuyandin nirxandin û got ku divê kes bi hejmaran nexape. Sonmez wiha got: "Ev ne mezinbûneke ku berdewamiya wê hebe. Demborî ye û tenê ji bo carekê ye." 
 
‘DIVÊ HEJMAR KESÎ NEXAPÎNIN’
 
Sonmez aşkera kir ku hejmar xapînok in û ev tişt gotin: "Tişta li vir hevrû dikin, demsala gulînî ya îsal û demsala gulînî ya sala çûyîn e. Di demsala gulînî ya sala 2016'an de aborî mezin nebû, piçûk bû. Ji ber darbeya 15'ê Tîrmehê û tiştên piştî darbeyê qewimîn, ji pasteya dahateya neteweyî mezinbûn tune, piçûkbûn heye. Niha hejmarên mezinbûnê li gorî demsalan hevrû dikin. Bêguman hûn nikarin tiştekî piçûk bûye bi pasteya îro re rûqalî hev bikin, dê ji sedî 11 mezinbûnek derkeve holê. Sedema cotbûna vê hejmarê û sansasyoneliya wê, bi vê arîtmetîkê ve girêdayî ye."
 
‘TIŞTEKÎ KU BÊ DEWAM KIRIN NÎNE’
 
Sonmez destnîşan kir ku di rêjeya (ji sedî 11) hatiye daxuyandin de ji ber bandora çavkaniyên cemaweriyê ye û wiha dewam kir: "Beşa mayî jî bi taybetî hikûmetê çavkaniyên cemaweriyê xebitandiye, ji bo derdorên sermayedar teşwîqek mezin afirandiye. Yanî bi rêjeyek mezin kredî dane. Ji bankayan re bûne kefîl û kredî peyda kirine. Piştî wê ji bo danûnstandin zêde bêkirin, ev demeke OTV û KDV'ê nadin xebitandin. Dîsa ji bo naveroka çavkaniyên hilberînê yên cemaweriyê xerc bikin, ji bo razemeniyan seferber bikin. Ji ber van tiştan hemûyan de mezinahiyeke rêje ji sedî 11 derket holê. Yanî beşeke wê arîtmetîk e û beşeke wê jî di demên asayî de tiştên ku dewletê nekirine, bi lez û bez dike. Bêguman aliyê wê yê aritmetîk nayê dubarekirin. Beşa teşwîqê ya çavkaniyên dewletê nayên dubarekirin. Ji ber ku ev ne bîra bêbinî ye. Dewlet her tim nikare wiha muafiyeta bacê bidomîne û garantiya e qas krediyan nade, ji ber ku di dawiya vê de kêmaniya butçeyê derdikeve holê. Ji ber wê ev ne mezinbûneke ku berdewamiya wê hebe. Tenê ji bo carekê derbasdar e."
 
‘BI ÇAVKANIYÊN XWE MEZIN NABE’
 
Sonmez diyar kir ku mezinbûn xwe naspêre çavkaniyên cewherî, bi deynên ji derve girtiye mezin dibe û wiha domand: "Ruyekê madalyonê yê din jî heye. Yanî ev mezinbûn dibe, ev bi kîjan çavkaniyan mezin dibe. Tirkiye bi çavkaniyên xwe mezin nabe. Bi deynê ji derve girtiye mezin dibe. Bi derve re hem bi wadeyek dirêj hem jî bi wadeyeke kurt deyndar e. Di heman demê de kêmasiya butçeyê jî zêde dibe."
 
‘DI ABORIYEK MEZIN DE BETALÎ NE PÊKAN E' 
 
Sonmez derbirî ku li welatên ku aboriya wan mezin dibe, betalî li wir kêm dibe û ev tişt gotin: "Dê sibe dusibe dîsa hejmara betalan bê diyarkirin û dê bê dîtin ku betalî zêde bûye. Yanî aboriyeke ku mezin bibe, di wê de hejmara betaliyê ji sedî 13-14 nabe. Ev ne pêkan e. Heke mezinbûn hebe, divê mirov kar bibînin. Ma wê demê îstîhdam mezin dibe? Bilind nabe."
 
‘PARA KARKER Û KEDKARAN KÊM BÛ’
 
Sonmez der barê kesên ji mezinbûnê para xwe negirtine de axivî û ev nirxandin kir: "Paste mezin bû wê demê çawa hat parvekirin. Parvekirineke wekhev heye? Dema em li vir jî mêze dikin û maşên ku ji pasteyê parê digirin, tê dîtin ku para wan kêm bûye. Yanî pasta mezin bûye, lê ji bo kekdar û karkeran parek nehatiye veqetandin."
 
Sonmez bal kişand ser axaftinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên di Merasîma Xelatan a TUBA'yê de. Sonemz got ku Erdogan îdia dike ku aboriya Tirkiyeyê pir zû mezin dibe, lê belê Erdogan bi van gotinan her tiştî îstismar dike. 
 
MA / Selman Guzelyuz 
 

Sernavên din

15/12/2017
12:35 Ondul: Di her kêliyê de dibe em bên girtin
12:33 Waliyê Amedê ‘Mîhrîcana Mafê Mirovan’ qedexe kir
12:30 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
12:11 Malbat ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê bibînin daxwazname dan
12:06 ‘Wê hesab neyê dayîn’ li Îzmîrê derket ser dikê
11:51 Zabite firotina şîr û mastê gundan asteng dike
10:41 Kaya ÎÎT nirxand: Li Riyadê ‘Filîstîn terorîst’ hat nîşandan çima we bertek nîşan neda?
10:32 Dadgeh: Dibe ku dirûşm berz nekiribe, lê divê ji vê rewşê aciz bûbûna
10:21 Serokê Meclîsê: Em ji bo berdana wekîlên girtî mesrefê nakin
10:14 ESP: Her tecrîd giran bibe dê parçebûn zêde bibe
10:08 Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye
10:02 Dozger qusûra rayedaran di kuştinên li bajarên qedexe de nedît
09:31 1HaberVar: Em li gorî polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin
09:25 'Jiyana ekolojîk û komun esas digirin'
09:24 Helbestvan Loran: Helbesta 90'î hebûna kurdan, a îro jî komkujiyan îspat dike
09:23 Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin
09:22 Kesên teqawîd meaş û jiyaneke mirovane dixwazin
09:21 Ajokarên koçberên Sûrî bar dikin rastî 1000 tl ceza tên
09:21 Hindik maye esnafên xana dîrokî jî dikanên xwe bigirin
09:11 Polîsê ku Oner kuşt wê li dadgeha cezayê giran bê darizandin
09:10 Sîxurî qebûl nekir sirgûn bû
09:09 Li şûna malên Sûrê yên rûxandin otelên bûtîk û vîlla ava dikin
09:09 Qedexekirina tûtinê pişta tûtinvanan şikand
09:08 Jinên Bedlîsî çanda pêtina nanê tenûrê belav dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017'AN
14/12/2017
18:52 Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok hat berdan
17:30 Malbatên Roboskê: Gelo em vê êşê çawa pênase bikin?
17:03 Polîsan rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şewitand
16:47 Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye
16:33 Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku Kemal kuşt red kir
16:16 Serokê dadgehê SEGBÎS rexne kir: Tim qût dibe
16:00 Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite
15:46 DAIŞ’ê hevjînê xwe birîndar kir li ser sînorê Sûriyeyê hat girtin
15:43 Polîsê Kemal Kurkut kuşt hêj li ser kar e
15:03 HDP'ê ji bo Cizîr û Silopiyê pêşnûmeya lêkolînê da
15:01 Şaredariya DBP'i avakir qayûm xerakir!
14:48 Endamên KESK'ê faks ji Serokwezîr re şandin
14:34 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:14 Parêzerên Ocalan daxwaznameya 713'emîn ji bo hevdîtinê da dozgeriyê
14:13 Şahid îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
14:11 Parêzer Ozbîngol: Tundiya li ser jinê zêdebû, lê nayê dîtin
13:58 ‘Li darxistina mîhrîcana fîlman jî berxwedanek e’
13:29 Rojnameger Turfent sibê derdikeve dadgehê
13:28 Bi hinceta Demîrtaş 'kesekî naskirî ye' neanîn dadgehê!
12:59 Parastina AKP'ê ya DMME'ê: Girtina parlamenterên HDP'ê pêwist bû
12:41 Girtiyên Osmaniyê dikevin greva birçîbûnê
12:29 Tunç: Pênaseya gotina şehîd ne karê dadgehê ye
12:21 Hawara Dayika Kurkut: Cihê Kurkut lê hat kuştin vir e?
12:19 ‘Gelo Mustafa Kemal bi peyva Kurdistan cudakarî kir?’
11:56 2 jê parêzer 10 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
11:55 Bi hinceta 'dê lêkolîn bikin' dest danîn ser parastina girtiyan
11:46 Dadgeha herêmî cezayê hevseroka DBP'ê xirab kir
11:33 Parêzer Bek: Pêkanîna nû ya Ewlekariyê îtirafkariye
11:32 Dayika Kemal: Ji Kemalê min çi xwestin
11:17 Bersûcên Aladagê ji berpirsyariyê direvin
10:47 Dînç: Êrîşa li dijî Şengalê êrîşa li dijî baweriyê bû
10:42 Tomerîfiroş: Esnaf bi deynê qilopanî dide avêtin
10:31 Gelo li Rezanê çi diqewime: Tacîz kir û çek lê kişand
10:05 Dozger Pirtûka Rojnameger Aykol 'materyala rêxistinî' hesiband
10:04 29 roj in aqûbeta Çelîkê ku Walîtiyê got 'tevkar' e nayê zanîn
10:03 Ka ne tê firotin û ne tê kirîn
10:02 ‘Şidet çiqas dewam bike dê travma jî ew qas kûr bibin’
09:42 Esnafên Wanê: Derî heye lê bazirganî tune ye
09:42 Qazek bûye 150 TL
09:34 Banga ji bo ‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’
09:33 Aborîzan Sonmez: Di aboriya mezin bibe de çawa betalî zêde dibe?
09:13 Jinên HDK'î li dijî faşîzmê, konferansa jin û jiyanê li dar dixin
09:13 Dijberî Kurdan Lozana duyem!
09:12 Rojnameger Çelebî: Trump bi serê xwe biryara Qudusê nedaye
09:11 22 sal şûnde kujer ji nûve tên darizandin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2017'AN
13/12/2017
18:04 Rojnameger herî zêde li Tirkiye girtîne
17:45 Teşkîlata Hevkariya Îslamê: Qudus paytexta Fîlîstîn a di bin dagirkeriyê de ye
16:55 Di salekê de 40 kes li Wanê hatin kuştin
16:43 Zeydanê HDP'î nehat berdan
16:31 Dijberiya 'Kurdistan' derbasî girtekan bû
16:16 Zeydan: AKP, ji bo nemiriya xwe darazê bi kar tîne
15:54 Îdîaya li Kobanê 2 leşker hatin kuştin
15:51 Erdal Eren û hevrêyên wî bibîranîn
15:34 Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand
15:16 Meclîsa Tirkiye li peyva 'Kurdistan' ceza birî
15:06 Endama MYK KESK’ê Atasoy: Emê tirsê belav bikin
15:05 Endama DÎK’ê Suheyla Înal: ÎÎT zîrveya durûtiyê ye
14:47 Doza Elvan taloq bû: Dê polîs bên guhdarkirin
14:40 Di çalakiya Yukselê de 7 binçav kirin
14:17 104 kesan ji bo Gulmen û Ozakça îlan dan rojnameyê
14:10 Wekîla HDP’ê xwest rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin
13:49 Peyva 'Kurdistan' wekîlên AKP'ê aciz kir
13:38 Erebistana Siûdî Yemen bombe kir 39 kes kuştin
13:30 Dadgeha bilind cezayê li kujerê Ethem Sarisuluk hat birîn kêm dît
12:40 'Heta rola Ocalan a li Rojhilata Navîn neyê dîtin dê aştî pêk neyê'
12:39 Di nav welatiyên binçavkirî de yên 85 salî û 82 salî jî hene
12:25 Îlham Ehmed: Ger rewşenbir rola xwe nelîzin dê ji trêna şoreşê bimînin
12:09 Doza Berkîn Elvan dest pê kir: Dayik li ser hişê xwe çû
12:06 Serokê Meclîsê rekora redkirinan şikand!
11:41 Dadgehê xwest Demîrtaş bînin danişînê
11:35 Cenazeyê Hakan Arslan ê li Sûrê 23 mehin nayê dîtin
11:21 Zilamê li Amedê tecawizê 2 zarokan kir, dîmenên wî derketin holê
11:20 Waliyê Êlihê derve li Heskîfê qedexe kir
10:59 Oztuzun: Ocalan mîmarê jiyana hevpar a gelan e