*Di sala 1995'an de gundiyên bi navê Recep Kurt û Kerim Încîn hatibûn kuştin û ji ber vê der barê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Rondikê yê wê demê Binefser Yûnûs Karaca de doz hatibû vekirin. Di doza ku biryara beraeta Karaca hatibû dayîn de, Dadgeha Bilind biryara beraetê xera kir. Wê doz di 27'ê Sibata 2018'an de dîsa pêk bê.
* Xebatkara DÎTAM'ê Dîlan Kaya diyar kir ku şerê li herêmê çiqasî kûr bibe, şidet û travma jî kûrtir bibe, heke li dijî şer aştiya civakî pêk bê dê şidet û travma ji holê rabe.
*Rojnameger Mehmet Ali Çelebî der barê krîza Qudusê de axivî û wiha got: "Trump bi tena serê xwe ev biryar nedaye. Ev ne biryareke şêt e, wisa dixuyê ku li ser hatiye fikirîn."
*Li hêlekê Serokomar Erdogan dixwaze di navbera Yûnanîstan û Tirkiyeyê de "Lozan bê rojanekirin", li hêla din jî li Sûriyeyê li hemberî kurdan amadekariyên Lozaneke nû tên kirin. Akademîsyen Ahmet Ozer got ku dê ev yek tu encamê nede.
*Wê Meclîsa Jinan a HDK'ê beriya Kongreya Giştî ya 8'emîn ku dê di 17'ê Kanûnê de bê lidarxistin, li hev bicive. Endama Koordînasyona Kongreyê ya HDK'ê Gulseren Pusatlioglû ji bo beşdarbûyîna konferansê wiha bang kir: "Ji bo azadî û jiyana jinê em bibin yek."
*Di 16'ê Mijdarê de li navçeya Hezroyê pevçûnek çê bûbû. Hidir Çelîkê zewicandî û xwedî zarok ê ku hatibû zevtkirin û ji aliyê Walîtiya Amedê ve wek "tevkar" hatibû derpêşkirin, 29 roj in agahî jê nayên wergirtin.
*Li Girtîgeha Edîrneyê, ji ber pirtûka Rojnameger-Nivîskar Huseyin Aykol di hucreya wan de bûye, der barê 3 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Aykol vê biryarê wek biryareke "ecêb" nirxand û wiha got: "Hêzên ewlekariyê jî wek çavkanî serî li vê pirtûkê didin."
* Di zivistanê de bivênevêya qersiyan goştê qazan e, ji ber buhabûnê li ser dezgeyan maye. Ji ber buhayê qazekê heta 150 lîreyî jî diçe, esnafan got ku goştên qazan li ser dezgehên dimîne.
* Esnafên Pasaja Bazirganiya Sînor a Qelqeliyê, ji ber bazirganên mezin nikarin bazirganiyê bikin û neçar in biçin mal ji Stenbol, Edene û Mêrsînê bikirin. Esnafan diyar kir ku ew heqê riya xwe dernaxin û zirarê dikin.
*Malbatên Şirnexê yên piştî qedexeyên derketina derve malên wan hatin rûxandin û li gundê Avgamasiyan bi cih bûn, bal kişandin ser şertên zivîstanê û ji bo‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’ bang li her kesî kirin.
*Aborîzan Mûstafa Sonmez der barê hejmarên mezinbûnê yên di warê aboriyê de ku ji tişta dihat payîn bêtir derketin de ev tişt gotin: "Divê mirov bi hejmaran nexape. Ev rewş ne ew rewş e ku derbas bibe. Ma di aboriyeke ku mezin bibe de betalî zêde dibe?"
* Firoşkarên kayê ku ji Riha, Amed, Êlih û Mêrdînê kayê dibin hêla Qers, Agirî û Erdexanê ji ber bihabûna kayê di destê wan de dimîne. Medet Kuzgun ê ku kayê difiroşe got ku bihabûna sotemeniyê li ser wan jî bandorek neyînî dike.
* Danişîna doza Hunermend Ferhat Tunç ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" tê darizandin dê li 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê be dîtin. (09.00)
* Yekemîn danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut ê di Newrozê de ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP'ê yên Manîsayê dê li Edliyeya Manisayê berdewam bike. (10.00)
* Danişîna doza cînayeta Eda Okutgen a ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê dê bê dîtin. (10.45)
* 2'emîn danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û 10 personelên şaredariyê dê têkildarî doza Kobanê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (11.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê bi armanca helwesta Komîsyona OHAL'ê ku hêj der barê karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin biryar nedaye dê li ber Postexaneya Navendî ya Yenîşehîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê, dê têkildarî biryara qedexeya Waliyê Îzmirê ya der barê mîtîna "Ne OHAL demokrasî" ku di 23'ê Kanûna 2017'an de pêk anîbûna li Nûnertiya DİSK'ê ya Herêma Ege civîna çapemeniyê pêk bînin. ( 13.00)
* Karkerên şaredariyê yên taşeron û endamên Genel Îş'ê ya DÎSK'ê dê li dijî polîtikayên hikûmetê li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Endamê heyeta Îmraliyê Sırrı Sureyya Onder ku ji ber axaftina Newroza 2013'an tên darizandin dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (14.30)
* Çalakiya malatên Roboskî ku 34 xizmên wan di komkujiya Roboskê de hatin kuştin dê li ser gora zarokên xwe di hefteya 311’an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.00)
* Çalakila Kolana Yukselê dê di roja 401’an de berdewam bike. (13.30/18.00)
*Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û Nûnertiya TÎHV'ê ya Stenbolê dê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan li şaxa ÎHD'ê pêşandana "Dayikên 12'ê Îlonê" bidin pêşandan. (18.30)