AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan nehat berdan.
2'emîn danişîna doza Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeytan di operasyona 4 Mijdara 2016'an de tevî hevserokên HDP'ê û hatibû girtin. Zeydan, piştî hat girtin rastî 8 sal û mehek û 15 roj cazayê girtîgehê hatibû. Dadgeha Îstînafê ceza xira kiribû û doz ji nûve hat dîtin. Danişîna dozê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Zeydan û parêzer amade bûn. Gelek wekîlên HDP'ê jî doz şopandin.
Zeydan 27 rûpel parastina ku amade kiribû xwend û xwest ji bo pêvajoya darazê bi pêş bikeve, li gorî hiqûqê darizandinek pêk bê. Zeydan aşkera kir ku partiya wan bi operasyoneke siyasî re rû bi rû maye û da zanîn ku rakirina destnedana wan jî bi daxwaza dadgehan pêk hatiye.
Pişti parastina Zeytan û parêzeran heyeta dadgehê biryar da. Heyetê biryara berdewamiya Zeydan da û doz taloqî 11'ê Çile kir.