AMED - Wekîlê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, di danaşînê de axivî û diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê, ji bo nemiriya xwe darazê wekî darekî li ser serê civakê dihejîne û ev tişt got: "Em ji nelirêtî, dizî û sûcên mirovahiyê nayên darizandin. Tu carî milyon dolarên zava, zarok û hilamiyên hevserokên me tune bûn."
Di operasyona 4 Mijdara 2016'an de hevserokên HDP'ê û wekîlên partiyê hatin girtin. 8 sal û mehek û 15 roj cazayê li Wekîlê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, hat birîn, Dadgeha Îstînafê xirab kir û rûniştna 2'yemîn a dozê hat dîtin. Danişîna dozê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, Zeydan tev li bû û parêzer jî amade bûn. Gelek wekîlên HDP'ê jî doz şopandin.
Parêzer Mehmet Emîn Aktar parastina Zeydan kir û da zanîn ku mafê miwekîlê wî hatiye kêmkirin, ji ber vê doz xirab bûye û ev tişt got: "Li gorî qanûna 147'an a CMK'ê, mafê parastina miwekîlê min kêm kirine û parastina 3 parêzeran hatiye rakirin, divê parêzerên li salonê tev li dozê bibin. Heke ev daxwaz bê redkirin, divê ev bikeve girtekan." Heyeta dadgehê ev daxwaz red kir, navê parêzerên ku hatibûn salonê di girtekan de qeyd kir.
Piştî parastina Aktar, Zeydan 27 rûpel parastina ku amade kiribû xwend û xwest ji bo pêvajoya darazê bi pêş bikeve, divê li gorî hiqûqê darizandinek pêk bê. Zeydan aşkera kir ku partiya wan bi operasyoneke siyasî re rû bi rû maye û da zanîn ku rakirina destnedana wan jî bi daxwaza dadgehan pêk hatiye.
Zeydan destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê ji bo nemiriya xwe biparêze, darazê wekî darê zorê li ser serê gel dihejîne û diyar kir ku AKP ji bo pergala serokatiyê bixe dewrê, xwestiye HDP'ê tasfiye bike. Zeydan di parastina xwe de li ser nelirêtiyên AKP'ê jî rawestiya û wiha axivî: "Em ji nelirêtî, dizî û sûcên mirovahiyê nayên darizandin. Tu carî milyon dolarên zava, zarok û xilamiyên hevserokên me tune bûn."
Piştî navbera nîvro dan danişînê, Zeydan der barê 7 daxuyaniyên çapemeniyê, meş û sûcdariyên cuda de, pirsên dadgehê dibersivîne.