ENQERE - Ciwanê 17 salî Erdal Eren di derbeya 12'ê Îlonê de temenê wî hatibû dirêjkirin û piştre darve kiribûn. Erdal Eren, hevrêyên wî Sînan Suner û Ercan Koça li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Di 12'ê Îlonê 1980'yê de temenê Erdal Eren hatibû mezinkirin û bi hevrêyên wî yên bi navê Sînan Suner û Ercan Koca re hatibûn darvekirin. Di 37'emîn salvegera darvekirina wan de hatib bibîranîn. Bîranîn li Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê hat lidarxistin, Seorka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Serokê Federasyona 78'an a Şoreşgeran Huseyîn Esenturk û bi sedan kes beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir, Seroka EMEP'ê Gurkan ev tişt got: "Tişta ku Erdal Eren, Sînan Suner û Ercan Koca digihîne hev, têkoşîna wan a li dijî mêtingeriyê û têkoşîna hevpar a gelan e."
Gurkan aşkera kir ku derbeya 12'ê Îlonê îro bi destê AKP'ê tê bi rêvebirin û da zanîn ku AKP kevirê vê rêya faşîzmê rast dike û welat vediguherîne dojehê. Gurkan destnîşan kir ku tişta Îsraîl tîne serê zarokên Filîstînê, dewleta Tirkiyeyê jî tîne serê zarokên kurd.
Serokê Federasyona 78'an a Şoreşgeran Esenturk jî banga têkoşîna hev par kir û xwest bi ruhê têkoşîna Erdal Eren xwe gurç û pêç bikin.