ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr ji ber peyva "Kurdistan" anî ziman rastî ceza hat. Di dîroka meclîsê de yekem car der barê gotina "Kurdistan" de ceza hat birîn. Baydemir, bertek nîşan da û wiha got: "Tişta we li Tahîr Elçî kir hûn dikarin heman tiştî li min jî bikin. Lê hûn nikarin rastiya "Kurdistan" tune bikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, di niqaşên der barê butçeyê de ji ber peyva "Kurdistan" anî ziman rastî bertekan û ceza hat. Piştî Baydemîr peyva "Kurdistan" anî ziman, Wekîla Serokê Meclîsê Ayşenur Bahçekapili bi hinceta xala 163'an a rêziknameya navxweyî ya meclîsê îhlal kiriye cezayê ku Baydemîr tev li 2 rûniştinên meclîsê nebe da. Li dijî vî cezayî Baydemîr, parastinek dîrokî kir.
JI KURDISTANÊ RE BÊJIN KURDISTAN NE SÛC E
Baydemîr, anî ziman ku wî di temenê xwe ye borî de her dem li dijî zilmê li cem mazluman cih girt û dê ji niha û şûnde jî li cem mazluman cih bigire û wiha got: "Tu carî ajanda min a veşarî çênebû. Ji niha û şûnde jî çênabe. Ger ku em rastiyan niqaş nekin tu pirsgirêk çareser nabin. Beriya niha bi sedan salan ji ber ku gotin cîhan grover e mirov hatin darizandin û kuştin. Mirov ji Kurdistanê re bêje Kurdistan ne suc e. Rapora Rêberê xwe Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a 1991'an bixwînin. Erdogan ku hûn wî wekî lider dibînin di rapora wî de peyva Kurdistan tê çi wateyê. Hûn lê binerin hûn dê bibînin. Ev Parlamento ji ber şerê 2 salan şaş bûye.
'TIŞTA WE LI TAHÎR ELÇÎ KIR HÛN LI MIN JÎ BIKIN RASTÎ NAYÊ GUHERTIN'
Baydemîr, anî ziman ku ew yekîtiya axa Tirkiye diparêzin û wiha got: "Kurdistan jî perçeyekî vê yekareyê ye. Ji bo ew perçe heta heta ji yekpareya Tirkiye perçe nebe pêdivî bi edalet û wekheviyê heye. Divê em hev fam bikin. Ez Kurdistanî me. Min înkar nekir û înkar nakim. Bila xwedê înkarê neke para min. Ger ku bi înkara dirokê pirsgirêk çareser bûbûna niha di 40 salan de pirsgirêk çareser bûbûna. Bi înkar û qedexeyan pirsgirêk çareser nabin. Dibe ku hêza we ya leşkerî û hêza din hebe. Hûn dikarin tişta we li Tahîr Elçî kir li min jî bikin. Hûn bi vî rengî nikarin rastiyê tune bikin. Gotina "Kurdistan" tune nabe.
Piştî axaftina Baydemir li gorî xala 163'an a navxweşî ya meclîsê ji bo 2 rûniştinan ceza li Baydemîr birîn.
Piştî biryar hat dayîn Wekîla Serokê Meclîsê Bahçekapili, bang li Baydemirê HDP'î kir û got: "Ji kerema xwe re ji Lijneya Giştî derkevin."
CEZA HEVKARIYA AKP-MHP'Ê NÎŞAN DA
Di dîroka meclîsê de yekem car piştî hevkariya AKP û MHP'ê ceza li gotina "Kurdistan" tê birîn. Bi hevkariya AKP û MHP'ê peyvên “Komkujiya Ermeniyan", “Kurdistan” û “Bajarên Kurdan" wekî peyvên qedexe hatibûn qebûlkirin û li gorî rêziknameyê hatibû xwestin ku yên van peyvan bêjin ji bo demekê ji meclîsê bên dûrxistin.