ENQERE - 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, cezayê ku li polîsê kujer ê Ethem Sarisuluk kuşt hatiye birîn kêm dît û biryara dadgeha herêmî xera kir.
Dadgeha Cezayên Giran a Aksarayê di danişîna doza polîs Ahmet Şahbaz ê ji kuştina Ethem Sarisuluk dihat darizandin de, salek û 4 meh û 20 roj cezayê girtîgehê biribû. Heyeta dadgehê piştre cezayê girtîgehê vegerandebû cezayê pereyan. Heyeta dadgehê li şûna cezayê girtîgehê 10 hezar û 100 TL cezayê pereyan dabû polîs Şahbaz. Piştî îtiraza parêzerên malbatê 1'emin Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî xera kir û cezayê ku li Polîsê kujer Sahbaz hatiye birîn kêm dît. Heyetê ceza xera kir û biryara dadgeha herêmî xera kir.
Ethem Sarisuluk di çalakiyên şermezarkirina bûyerên Geziyê de li Enqere bi guleya polîsan hatibû kuştin.
Parêzerê malbata Sarisuluk Murat Yilmaz piştî dadgeha herêmî ceza dabû, cezayê hatibû dayîn kêm dîtibû û biryara dadgeha herêmî îtîraz kiribû. Li ser îtirazê dadeha bilind jî biryar xera kir û dosya paşve şand.