Serokê Meclîsê rekora redkirinan şikand!

  • rojane
  • 12:06 13 Kanûn 2017
  • |
img

ENQERE - Serokatiya Meclîsa Tirkiye ya bi paşveşandina pêşniyarnameyan ji rojevê dernakeve, rekor şikand. Serdema 26’emîn bû serdema herî pêşniyarname paşve hatin şandin. Serokatiya Meclîsê ji 20 hezar û 589 pêniyarnameyan hezar û 856 jê paşve şand. 

Serokatiya Meclîsa Tirkiye di serdema 26’emîn de, herî dawî pêşniyarnameya daxwaza lêpirsîna komkujiya Robaskê bi hinceta gotina “Komkujiyê” paşve şand û vê yekê da nîşandan ku erka kontrolkirinê veguherandiye “erka îadekirin.” Ev bi hêjmaran jî derket holê. Buroya Kontrolê ya Biryar û Qanûna Meclîsê li gorî hêjmarên rojane yên dawî di serdama 26’emîn de ji 20 hezar û 589 pêniyarnameyan hezar û 856 jê îadekirin.   
 
AN PAŞVE ŞANDIN AN BÊ BERSÎV HIŞTIN
 
Parlamenterên CHP’ê herî zêde di vê serdemê de pêşniyarname dan Meclîsê. Ji 13 hezar û 606 pêniyarnameyên hatin dayîn, 5 hezar û 805 jê bêbersiv hatin hiştin. 3 hezar û 457 pêşniyarnameyên HDP’ê hatin qebûlkirin, lê hîna bersiv nedane hezar û 766  pêşniyarnameyan. Parlamenterên AKP’ê 7 pêşniyarname da û her 7 jî hatin bersivandin. Ji hezar û 513  pêşniyarnameyên MHP’ê tenê 74 hatine bersivandin. 
 
DAXWAZA LÊPIRSÎNA HINCETA REDKIRINÊ JÎ HAT RED KIRIN 
 
Bi giştî 2 hezar û 344 pêşniyarnameyên lêpirsînê ku pêşkêşî Serdema 26’emîn a Meclîsê hatin kirin, tenê 26 pêşniyarnameyên AKP’ê pêşkêş kirin hatin qebûl kirin. Ji hezar û 400 pêşniyarname CHP’ê pêşkêş kirî 10, ji 675 pêşniyarnameyên HDP’ê tenê 136 û ji 243 pêşniyarnameyên MHP’ê jî 2 jê hatin îadekirin. 
 
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîogku ji bo redkirina pêşniyarnameya komkujiya Roboskê, xwest lêpirsîn bê kirin, lê ev daxwaz jî bi dengdana AKP û MHP’ê hat redkirin. 
 
HÊJMARÊN DEMA DERBAS BÛYÎ
 
Hev hêjmar, nîqaşên di dîroka Meclîsê de cara yekemîne ku mekanizmayên kontrolkirinê evqas bê erk hatine hiştin, bi xwe re anîn. Ji ber ku di çarçoveya pêvajoya sê salên dinavbera 28’ê Adara 2012’an û 25’ê Nîsana 2015’an de tenê 135 ê HDP, 150 ê MHP û 238 jî pêşniyarnameyên lêpirsînê hatin redkirin. 
 
Ji ber biryara hilbijartina zû ya di 1’ê Mijdarê de, piştî hilbijartina 7 Hezarînê çend meh şûn de, HDP’ê tenê 100 pêşniyarnameyên lêpirsînê, 4 pirsiyare, 746 pirsname û 25 pirsnameyên bi devkî yên ji Serdema 25’emîn re şandin, hatin  redkirin. 
 
Di faliyetên Serdema 24’emîn de jî, bi giştî 57 hezar û 806 pêşniyarname pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin. CHP’ê 29 hezar û 988, MHP’ê 23 hezar û 409 û HDP’ê jî 3 hezar û 871 pirsnameyên bi nivîskî pêşkêşî meclîsê kirin. Di vê serdemê de tenê hezar û 279 pirsname hatin îadekirin. Di vê Serdama 24’emîn de bersiva 22 hezar û 872 pirsnameyan hat dayîn.    
 

Sernavên din

15/12/2017
12:35 Ondul: Di her kêliyê de dibe em bên girtin
12:33 Waliyê Amedê ‘Mîhrîcana Mafê Mirovan’ qedexe kir
12:30 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
12:11 Malbat ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê bibînin daxwazname dan
12:06 ‘Wê hesab neyê dayîn’ li Îzmîrê derket ser dikê
11:51 Zabite firotina şîr û mastê gundan asteng dike
10:41 Kaya ÎÎT nirxand: Li Riyadê ‘Filîstîn terorîst’ hat nîşandan çima we bertek nîşan neda?
10:32 Dadgeh: Dibe ku dirûşm berz nekiribe, lê divê ji vê rewşê aciz bûbûna
10:21 Serokê Meclîsê: Em ji bo berdana wekîlên girtî mesrefê nakin
10:14 ESP: Her tecrîd giran bibe dê parçebûn zêde bibe
10:08 Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye
10:02 Dozger qusûra rayedaran di kuştinên li bajarên qedexe de nedît
09:31 1HaberVar: Em li gorî polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin
09:25 'Jiyana ekolojîk û komun esas digirin'
09:24 Helbestvan Loran: Helbesta 90'î hebûna kurdan, a îro jî komkujiyan îspat dike
09:23 Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin
09:22 Kesên teqawîd meaş û jiyaneke mirovane dixwazin
09:21 Ajokarên koçberên Sûrî bar dikin rastî 1000 tl ceza tên
09:21 Hindik maye esnafên xana dîrokî jî dikanên xwe bigirin
09:11 Polîsê ku Oner kuşt wê li dadgeha cezayê giran bê darizandin
09:10 Sîxurî qebûl nekir sirgûn bû
09:09 Li şûna malên Sûrê yên rûxandin otelên bûtîk û vîlla ava dikin
09:09 Qedexekirina tûtinê pişta tûtinvanan şikand
09:08 Jinên Bedlîsî çanda pêtina nanê tenûrê belav dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017'AN
14/12/2017
18:52 Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok hat berdan
17:30 Malbatên Roboskê: Gelo em vê êşê çawa pênase bikin?
17:03 Polîsan rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî şewitand
16:47 Bîlgen: Berteka li dijî 'Kurdistan' înkara dîroka Meclisê ye
16:33 Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku Kemal kuşt red kir
16:16 Serokê dadgehê SEGBÎS rexne kir: Tim qût dibe
16:00 Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite
15:46 DAIŞ’ê hevjînê xwe birîndar kir li ser sînorê Sûriyeyê hat girtin
15:43 Polîsê Kemal Kurkut kuşt hêj li ser kar e
15:03 HDP'ê ji bo Cizîr û Silopiyê pêşnûmeya lêkolînê da
15:01 Şaredariya DBP'i avakir qayûm xerakir!
14:48 Endamên KESK'ê faks ji Serokwezîr re şandin
14:34 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:14 Parêzerên Ocalan daxwaznameya 713'emîn ji bo hevdîtinê da dozgeriyê
14:13 Şahid îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
14:11 Parêzer Ozbîngol: Tundiya li ser jinê zêdebû, lê nayê dîtin
13:58 ‘Li darxistina mîhrîcana fîlman jî berxwedanek e’
13:29 Rojnameger Turfent sibê derdikeve dadgehê
13:28 Bi hinceta Demîrtaş 'kesekî naskirî ye' neanîn dadgehê!
12:59 Parastina AKP'ê ya DMME'ê: Girtina parlamenterên HDP'ê pêwist bû
12:41 Girtiyên Osmaniyê dikevin greva birçîbûnê
12:29 Tunç: Pênaseya gotina şehîd ne karê dadgehê ye
12:21 Hawara Dayika Kurkut: Cihê Kurkut lê hat kuştin vir e?
12:19 ‘Gelo Mustafa Kemal bi peyva Kurdistan cudakarî kir?’
11:56 2 jê parêzer 10 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
11:55 Bi hinceta 'dê lêkolîn bikin' dest danîn ser parastina girtiyan
11:46 Dadgeha herêmî cezayê hevseroka DBP'ê xirab kir
11:33 Parêzer Bek: Pêkanîna nû ya Ewlekariyê îtirafkariye
11:32 Dayika Kemal: Ji Kemalê min çi xwestin
11:17 Bersûcên Aladagê ji berpirsyariyê direvin
10:47 Dînç: Êrîşa li dijî Şengalê êrîşa li dijî baweriyê bû
10:42 Tomerîfiroş: Esnaf bi deynê qilopanî dide avêtin
10:31 Gelo li Rezanê çi diqewime: Tacîz kir û çek lê kişand
10:05 Dozger Pirtûka Rojnameger Aykol 'materyala rêxistinî' hesiband
10:04 29 roj in aqûbeta Çelîkê ku Walîtiyê got 'tevkar' e nayê zanîn
10:03 Ka ne tê firotin û ne tê kirîn
10:02 ‘Şidet çiqas dewam bike dê travma jî ew qas kûr bibin’
09:42 Esnafên Wanê: Derî heye lê bazirganî tune ye
09:42 Qazek bûye 150 TL
09:34 Banga ji bo ‘Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira’
09:33 Aborîzan Sonmez: Di aboriya mezin bibe de çawa betalî zêde dibe?
09:13 Jinên HDK'î li dijî faşîzmê, konferansa jin û jiyanê li dar dixin
09:13 Dijberî Kurdan Lozana duyem!
09:12 Rojnameger Çelebî: Trump bi serê xwe biryara Qudusê nedaye
09:11 22 sal şûnde kujer ji nûve tên darizandin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2017'AN
13/12/2017
18:04 Rojnameger herî zêde li Tirkiye girtîne
17:45 Teşkîlata Hevkariya Îslamê: Qudus paytexta Fîlîstîn a di bin dagirkeriyê de ye
16:55 Di salekê de 40 kes li Wanê hatin kuştin
16:43 Zeydanê HDP'î nehat berdan
16:31 Dijberiya 'Kurdistan' derbasî girtekan bû
16:16 Zeydan: AKP, ji bo nemiriya xwe darazê bi kar tîne
15:54 Îdîaya li Kobanê 2 leşker hatin kuştin
15:51 Erdal Eren û hevrêyên wî bibîranîn
15:34 Yuksekdag ji şandeya navneteweyî re name şand
15:16 Meclîsa Tirkiye li peyva 'Kurdistan' ceza birî
15:06 Endama MYK KESK’ê Atasoy: Emê tirsê belav bikin
15:05 Endama DÎK’ê Suheyla Înal: ÎÎT zîrveya durûtiyê ye
14:47 Doza Elvan taloq bû: Dê polîs bên guhdarkirin
14:40 Di çalakiya Yukselê de 7 binçav kirin
14:17 104 kesan ji bo Gulmen û Ozakça îlan dan rojnameyê
14:10 Wekîla HDP’ê xwest rûxandina li Sûrê bê lêkolînkirin
13:49 Peyva 'Kurdistan' wekîlên AKP'ê aciz kir
13:38 Erebistana Siûdî Yemen bombe kir 39 kes kuştin
13:30 Dadgeha bilind cezayê li kujerê Ethem Sarisuluk hat birîn kêm dît
12:40 'Heta rola Ocalan a li Rojhilata Navîn neyê dîtin dê aştî pêk neyê'
12:39 Di nav welatiyên binçavkirî de yên 85 salî û 82 salî jî hene
12:25 Îlham Ehmed: Ger rewşenbir rola xwe nelîzin dê ji trêna şoreşê bimînin
12:09 Doza Berkîn Elvan dest pê kir: Dayik li ser hişê xwe çû
12:06 Serokê Meclîsê rekora redkirinan şikand!
11:41 Dadgehê xwest Demîrtaş bînin danişînê
11:35 Cenazeyê Hakan Arslan ê li Sûrê 23 mehin nayê dîtin
11:21 Zilamê li Amedê tecawizê 2 zarokan kir, dîmenên wî derketin holê
11:20 Waliyê Êlihê derve li Heskîfê qedexe kir
10:59 Oztuzun: Ocalan mîmarê jiyana hevpar a gelan e