AMED - Cenazeyê Hakan Arslan ê li tenişta Mizgefta Hasirli ya Sûrê hatiye defin kirin 23 meh derbas bû hêj nehatiye dîtin. Bavê Hakan Alî Riza Arslan ku heta niha 16 caran ji Erziromê hat Amedê wiha got: "Ez dixwazim biçim Sûrê û cenazeyê kurê xwe derxim. Ez dixwazim komek axa gora kurê min hebe ku dilê min rehet be."
Li Navçeya Sûrê di 28'ê Mijdara 2015'an de qedexeya derketina kolanan hat ilan kirin. Piştî qedexeyê li navçeya Sûrê ya Amedê di şerê 104 rojan dewam kir de, di 22'ê Çileya 2016'an de Hakan Arslan jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Arslan, ji bo dîtina cenaze 16 caran hatin Amedê û bi dehan car serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Lê 691 roj ango 23 meh derbas bûn, tu encam bi dest nexistin. Malbatê bi riya parêzerên xwe, li girtîgehê hevdîtin bi kesên dema ji Sûrê derketin û hatin girtin re çêkiribû û hîn bûbûn ku cenazeyê kurê wan li tenişta Mizgefta Hasirli ya li Taxa Hasirliyê hatiye definkirin. Li ser vê malbatê, ji bo cihê cenaze bê tespîtkirin û bê derxistin, careke din serî li dozgeriyê dabû. Lê dozgeriyê, diyar kiribû ku li cihê tê diyarkirin cenaze lêye berê lêgerîn û kolandin hatine kirin, lê tu cenaze nehatine dîtin û daxwaza malbatê red kiribû. Malbatê ji bo derxistina cenaze serî li Walîtiya Amedê dabû, lê heta niha walîtiyê tu bersiv nedaye malbatê. Malbatê her ku serî li dozgeriyê û rayadaran da jî tu encamek erênî bi dest nexistin. Malbatê ji bo dîtina cenaze berê serî li Wezareta Karên Hundir jî dabû, lê wezaretê jî bersiva ku li cihê tê diyarkirin kolandin hatiye kirin, lê tu cenaze nehatine dîtin dabû. Li gel vê, wezaretê diyar kiribû ku mijar ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê lêkolînkirin û li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye. Serdozgerê komarê ji bo serlêdana malbata Rozerin Çukur û Ramazan Ogut ên li Sûrê hatibûn defin kirin jî heman bersîv dabû. Piştî israra malbatan qad kolan û xwe gîhandin cenazeyan. Lê malbata Arslan 2 salin hêj cenazeyê kurê xwe negirtine û daxwaza wan a kolandinê nehatiye qebûlkirin.
Malbat bi biryare ku biçin cenazeyê kurê xwe bînin û bi biryarin heta cenaze wernekirin jî têkoşîna xwe bidominin.
DI 2 SALÊN DAWÎ DE HERÎ KÊM 26 CENAZE HATIN DERXISTIN
Parlamenterên HDP'ê jî ji bo cenaze bên derxistin û der barê cenazeyên li herêmê de pêşniyarname dabû Wezareta Karên Hundir. Lê hêj pêşniyarnameyên wekilên HDP'ê nehatine bersivandin. Li navçeya Sûrê ku bi kepçeyan xanî hêj tên xerakirin, li qada ku cenazeyê Arslan hatiye defin kirin bi silogana “Li Sûrê Hezkirin bilind dibe" avahiyên înşatên TOKÎ tên avakirin.
Li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê hêj xerakirina xaniyan didome û li herêma ku xerakirin lê didome TOKÎ xaniyan li ser cenazeyan ava dike. Li cihê xaniyên TOKÎ lê tê havakirin 26 cenaze hatin derxistin. Lê rayedar dîsa dibêjin cenaze tune ne.
'BILA DESTÛR BIDIN EZ BIÇIM CENAZEYÊ KURÊ XWE DERXIM'
Bav Ali Riza Arslan anî ziman ku 23 meh di ser kuştina kurê wî re derbas bû, lê hêj negihiştiye cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê û wiha got: "Ji bo ez bigêjim cenazayê kure xwe ez 16 caran çûm Amedê. Min serî li hemû deriyan da. Min bi daxwaznameyan serî li her derê da. Lê hemû derî li ruyê min hatin girtin. Rayedaran li cihê kurê min lê hatiye definkirin baş lêkorîn nekirin. Ez bawerim ku cenazeyê kurê min hêj li Sûrê ye. Ez naxwazim cenazeyê kure min di bin înşaetan de bimîne. Ger ku dernaxin bila destûr bidin ez biçim li wir cenazeyê kurê xwe derxim. Bila gorek kurê min û axa gora wî hebe. Bila ev xerakirina li Sûrê êdî raweste û cenaze di bin de nemîne."
Ez jî dizanim û ew jî dizanin cenaze li wir e. Lê çi çara diçim dibêjin cenaze tune. Ez baş dizanim ku cenazeyê kurê min li wir e."
Arslan, ji Walî, Serdozger û Wezîre Karên Hundir xwest ku ew jî êşê hîs bikin û dawî li vê êşê bînin. Arslan xwest rayedar xwe têxin şûna wî û li gorî wê tev bigerin û wiha got: "Ez wekî bav 23 mehin êş û janê dikişînim. Her ku em di televîzyonan de têkildarî mijarê nûçeyan dibihîzin êşa me dîsa nû dibe.
EM QEBÛL NAKIN ÎNŞAET LI SER CENAZEYAN BÊ AVAKIRIN
Arslan, herî dawî da zanîn ku li Sûrê cihê cenazeyê kurê wî lê înşaet tên avakirin û wiha bertek nîşanî walî da: "Ger ku walî Walî qebûl dike Sûr bibe gora zarokên wî ezê jî qebûl bikim. Ger ku ew qebûl nakin gora zarokên wan di bin înşaetê de bimîne, ez jî qebûl nakim. Aqilê min her dem li Sûrê ye. Ez naxwazim cenazeyê kurê min di bin înşaetê de bimîne."
MA / Deniz Tekîn