AMED - Polîs Y.Ş. ê xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut qetil kir, bê girtin tê darizandin. Y.Ş. dê sibê derkeve pêşberî dozger. Parêzera malbata Kurkut Reyhan Yalçindag diyar kir ku ew ê kujer rihet bernedin û wiha got: "Lê ji bo hin Kemalên din jî neyên kuştin, em têkoşîna hiqûqî bidin."
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di 21'ê Adarê de ji bo Newrozê pîroz bike, ji Meletiyê hatibû Amedê. Di ketina qadê de li noqteya polîsan lêgerîn pêk hat û polîsan ew li ber çavê hemû mirovahiyê qetil kir. Polîsê kurej Y.Ş. piştî 9 mehan dê cara ewil derkeve pêşberî dozger. Doz li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin, polîsê bersûc bi sûcdariya "Bi zanebûn mirov kuştiye", heta hetayê cezayê girtîgehê ji bo wî tê xwestin. Delîla herî şênber a dozê jî wêneyên înfazê dîhabera bi KHK'ê hat girtin kişandibû.
Parêzera malbata Kurkut Reyhan Yalçindag, der barê girîngiya dozê, pêvajoya darazê gelek tiştên din nirxand.
‘EW DÎMEN NEBÛNA...’
Yalçindag diyar kir ku hemû Tirkiye ji doza Kurkut re şahidiyê dike, kuştineke kêlî bi kêlî hatiye hesabkirin û înfazeke bê daraz e û wiha got: "Em bi dosyayeke wiha re rû bi rû ne. Xebatkarên çapemeniyê bi dîmenên li cihê bûyerê re, ya rast kuştina mirovekî ronî kirin. Heke ew dîmen nebûna, dibe ku ev kuştin hêj nehatiya lêpirsînkirin. Me berê gelek mînakên vê dîtin. Bi taybetî di binpêkirinên mafan ên 2 in diqewimin, dosyayên ku hatine vekirin tune, lêpirsîn jî nehatine destpêkirin. Mînaka vê yekê jî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ye."
‘EV DOZ DÊ BIBE DOZA KEMALÊN DIN YENÊN KUŞTIN’
Yalçindag destnîşan kir ku doza Kurkut ji bo rastiya binpêkirinên mafan ên li herêmê bê fêmkirin, gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Di demên borî de li vê erdnîgariyê ciwanên kurd bi hovane hatin qetilkirin. Polîs û leşkerên ev kuştin pêk anîn, an qet nehatin darizandin, an jî bê cidiyetî nêzê darizandina wan bûn. Fîlan cezayên ku heq dikirin negirtin. Delîl nehatin berhevkirin û darizandin jî ne adil bû." Yalçindag da azanîn ku destê wan di qirika kujerê Kurkut de ye û aşkera kir ku di heman demê de ji bo Kemalên nû neyên qetilkirin, ew dê têkoşîna hiqûqî bimeşînin.
60 POLÎSÊN ŞAHID, HEMPÎŞEYÊN POLÎSÊ KUJER E!
Yalçindag der barê pêvajoya dozê û asta ku dosya hatiyê de nirxandin kir û da zanîn ku dê ew dîmen tu carî ji hişê civakê dernekeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi saya van dîmenan hin tişt bi pêş ketin. Lê di pêvajoya lêpirsînê bersûc nehat girtin û ev pirsgirêkeke mezin e. Dîsa di vê dosyayê de 60 polîsên şahid hempîşeyên polîsên bersûc in. Dibe ku bersûc bandorê li ser şahidan bike." Yalçindag anî ziman ku doza bi sûcê "Bi plankirî mirov kuştiye" hatiye vekirin, faîl li ku ye, dîsa li ser karê xwe ye an na, der barê wî de lêpirsîn hatiye vekirin, di vê der barê de tu agahî negirtine û wiha axivî: "Dema em van hemû kêmasiyan li ber çavan digirin, di pêvajoya lêpirsînê de kêmasiyên cidî derdikevin holê. Der barê pêşerojê de jî fikarên me hene."
YEKITIYA BAROYAN BÊ DENG E
Yalçîndag derbirî ku Qanûna Parêzeran hemû mafên azadî û bingehîn dide parêzeran, lê di dozên li herêmê diqewimin û doza Kemal Kurkut de, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bê deng e û van dozan ji nedîtî ve tê.
Yalçindag bêdengiya Serokê Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu jî rexne kir û anî ziman ku di warê binpêkirinên mafan û zextên li ser welatiyan de bê deng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê vê bêdengiyê qebûl nekin, bila ev bê zanîn. Di serî de hemû hiqûqnasên dilê wan ji bo azadî û xwedî derketina mafan lê dide, hevrêyên me yên parêzer, divê tev li dozê bibin û di vî warî de serwextbûnekî çê bikin."