ERDEXAN – Li gundê Haskoy ê Erdexanê ku gelheya wê 750 kes in ji ber nebûna ava vexwarinê û şebekeya kanalizasyonê gundî di demsala zivistanê de zahmetiyan dijîn.
Li gundê Haskoy ê bi ser navenda Erdexanê ve ku 750 kes lê dijî ne şebekeya kanalîzasyonê û ne jî şebekeya ava vexwa5rinê heye. Şebekeya avê ya ku zûde hatiye çêkirin, her tim xera dibe û ji ber vê yekê kêmasiya ava vexwarinê heye. Gundî ava vexwarinê li ser pişta keran dikişînin. Gundiyan da zanîn ku pirsgirêkên av û kanalîzasyonê ji Waliyê Erdexanê re vegotine û ji ber nêrîna wan siyasî daxwaza wan hatiye redkirin.
‘AVA DIZÊ TUNEBÛYA EM Ê BÊ AV BIMANAN’
Ji şêniyên gund Resûl Yilmaz wiha got: “Heke ku ne ji ava ku li nav gund dizê bûna wê tevahiya gund bê av bimana. Ne ji vê avê bûya me yê berf bihelanda bikira ava vexwarinê. Hêza gundiyan tune ye ku şebekeya avê çê bikin. Heke ku rewşa gundiyan başbûya dê bi derfetên xwe vê ava li gund dizê çêbikirina û li mala belav bikirina. Di vê zivistanê de li ser pişta keran em ava vexwarinê dikişînin.”
‘ZIVISTANÊ EM ÎŞKENCEYÊ DIKIŞÎNIN’
Yilmaz diyar kir ku zivistanê kişandina avê vediguhere îşkenceyê û ji ber zivistan dijwar derbas dibe avê li ser kaşûnan dikişînin. Yilmaz bang li rayedaran kir û wiha got: “Tenê bila em di hilbijartinê de neyên bîra we. Dema hilbijartinan tên dibêjin ‘hûn welatiyên me ne û heke pirsgirêkek we hebe em ê çareser bikin.’ Ev gotina wan tenê têr nake. Bila van gotinên xwe bi cih bînin. Bila tenê di hilbijartinan de xizmetê nekin, her tim xizmetê bikin.” Yilmaz anî ziman ku ji ber ava gundê wan ne paqij e gelek şêniyên gund nexweş dikevin û bandorê li ser tenduristiya welatiyan dike.
‘ME SALEK AVA BI KIRÊC VEXWAR’
Serokê Koperatîfa Başbûna Çandinî ya Haskoyê Vahît Dursunoglu jî da zanîn ku zûde sondaj li jora gund xistine û wiha axivî: “Sondajê li cihê ava bi xwê xistine. Nêzî salekê me ji vê avê vexwar. Pişt re me tahlîla avê kir ku av gelek bi kirêc e. Ji ber vê avê nexweşîna gurcikan li mirovan peyda bû. Bi gelek xizmên min re nexweşîna gurcikê heye. Pîrika min ji ber nexweşîna gurcikê mir.”
Dursunoglu dema Waliyê Erdexanê û rayedarên Îdareya Taybet a Bajêr hatine gundê wan behsa pirsgirêkên gund ji wan re kirine û wiha got: “Dema welatî derdên xwe ji walî re tîne ziman, Walî dibêje ‘Ji ber nêrîna we ya siyasî hûn van pirsgirêkan tînin ziman.’ Walî ji me re got ‘Ez vir dizanim û dizanim deng jî kê re derketine.’ Li gel ewqas em serî li Îdareya Taybet a Bajêr didin jî lê hêj pirsgirêkên me çereser nekirine.”
MA / Mahmut Ruvanas