COLEMÊRG - Mezraya Orîte ya gundê Kotrasîn ê girêdayî Colemêrgê, ji ber leşker di demsalên zivistanî de ji çûn û hatinê re digirin, têkiliya gundiyan ji der û dorê qut dibe. Ji ber leşkeran rê girt 20 malbat koçî bajar bûn û tenê Hevjîn Asiye û Azîz Kaya li gund man. Têkiliyên Hevjîn Kaya heta baharê ji derve qut dibin û bi tenê dimînin.
Mezra Orîte ya gundê Kotranis ê girêdayî Colemêrgê piştî salên 90’î cardin bi hincetên “Ewlekariyê” bê mirov hat hiştin. Mezra ku gundî vegeriyan malên xwe du salin riyên wê tên girtin. Ji ber vê yekê 20 malbat koç kir. Hevjîn Azîz û Asiye Kaya bi tena serê xwe li mezrayê dimînin û bi xwedîkirina 60 sewalan debara xwe dikin. Mezra ku ceyran û telefon lê tune, ji ber ku di zivistanê de rê tên girtin, têkiliya wan ji cîhanê qut dibe.
‘LEŞKER RÊ DIGIRIN'
Azîz Kaya, anî ziman ku bi taybetî du salên dawiyê di mehên havînê de leşker rê digirin û wiha axivî: “Me digot qey rêbir rêyan digirin. Lê li vir dewlet riyan digire. Ma em dikarin çi bêjin ji wan re? Heya biharê ez û hevjîna xwe ya pîr di gund de dimînin. Bi taybetî îsal gelek operasyonên leşkerî pêk hatin. Welatiyên gund nikarin werin gund, zeviyên xwe bidirûn. Ji ber vê yekê buhayê kayê derket 300 TL’yî. Ji bêçaretiyê em sewalên xwe bi gihayê me çiniye xwedî dikin.”
‘LEŞKERAN 5 XENDEK KOLANE’
Kaya, anî ziman ku riya gund 16 kîlometre durî riya navedê ye û wiha got: “Li ser rê 5 cihan xendek kolane. Hevjîna min hem bi nexweşiya şekir e û hem jî nexweşiya wê ya tansoyînê heye. Nîv saet rê di navbera me û navenda bajêr de heye. Lê ji ber girtina rê ez hevjîna xwe di ser gundên Bagişli û Yenîkopruyê re di 5 saetan de dibim nexweşxaneyê."
Kaya, da zanîn ku berê her malbat ka û gihayên kom dikirin bi 20-30 hezar TL’yî difirotin û dahateke bi dest dixistin. Bi salan me debara xwe li gund dikir. Gundiyê herî kêm dixebitî jî bi 30 hezar TL ka û giha difirot. Cardin li goma gund dar kom dikirin û yên zêde jî difirotin. Koçer ji herêma Botanê dihatin û gomên xwe kirê dikirin. Îsal qet giha li erdê nema. Koçer jî nehatin û rewşa me ne tu rewş e."
Asiye Kaya jî, bal kişand ser zoriyên tenêmayînê û wiha axivî: “Li vê goma mezin em bi tenê ne. Zivîstanê rê tên girtin. Ceyran qut dibin, kesek nayê û naçe. 50-60 sewalên me hene, em neçar in ji bo wan li vir bimînin. Pirsgirêk û nexweşiyên wê hene. Tenêtî zor e, lê em neçar in.”
‘EWLEHIYA JIYANA ME TUNE'
Hîvzullah Kansu yê hatî mêvandariyê jî, diyar kir ku ger derfeta wan hebûya, aramî hebûya dê li gundê xwe bimanan û wiha got: “Lê tu ewlekariya jiyana me tune ye. Ji ber vê em nayên gund.” Adîle Kaya ya mêvandar jî, anî ziman ku ji ber ku riyên gund tên girtin, ew derfeta me tuneye em li gund bimînin. Li gel ku mala me li vir heye jî, em ji ber vê yekê li bajar dimînin.”