ENQERE - Wekîlê Serokatiya Meclîsê Ahmet Aydin, têkildarî pirsnameya der barê kelepçekirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de bersiv da û got: "Li gor derfetan çi ji destê me tê em dikin û em bi hesasiyetî tev digerin."
Di 7'ê Tîrmeha 2017'an de biryar hatibû dayîn ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tev li danişîna li ku dê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 35'an a Enqereyê pêk bihatana bibûna. Lê di wesayîta rîngê de hatibû xwestin ku destên Demîrtaş bên kelemçekirin. Lê belê Demîrtaş bertek nîşanî vê yekê de û biryara dê tev li danişînê nebe da. Piştî vê rewşê HDP'iyan mijar veguhast rojeva Meclîsê. Lê belê çend roj berê pêşniyaznameya HDP'iyan hat bersivandin, lê belê bersiveke skandalî hat dayîn.
Parlementera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerikli, bi daxwaza ku Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman bibersivîne pêşniyaznamyeke berpêş kiribû. Di bersivdayîna pêşniyaznameyê de hat parastin ku Meclîs ji bo rewşa Demîrtaş bi "hesasî" tev geriyaye.
Di bersiva ku bi îmzeya Wekîlê Serokatiya Meclîsê Ahmet Aydin hat dayîn de wiha hat gotin: "Wek serokatiya Meclîsê, li gor erk û derfeta ku qanûn diyarkirine ji bo wan xusûsên ku we di pêşniyaznameyê de diyar kirine çi ji destê me tê em dikin û bi hesasiyet tev digerin. Her wiha ji bo sepandina kelemçeyê jî heke ji yekeyên têkildar ên Wezareta Dadê û Wezareta Navxweyî bê pirsîn wê rastir be."
Lê belê HDP'iyan bertek nîşanî bersiva "Li gor derfetan çi ji destê me tê em dikin û em hesasiyetî tev digerin" a bi îmzeya Aydin da.