ŞIRNEX – Di ser qedexeya ku li Cizîrê hatibû îlankirin re 2 sal derbas bûn, lê belê hîn jî cenazeyê 16 kesan nehatine dîtin. Malbat dixwazin kêlikek gorên zarokên wan jî hebin û anîn ziman ku cenazeyên zarokên wan li qada ku TOKÎ lê tên çêkirin bi xwe ye.
Di ser qedexeya ku di di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat îlankirin re du sal derbas bûn, lê belê hîn jî cenazeyê gelek kesan nehatiye dîtin. Ji 130 kesên ku di jêrzemînan de bi birîndariyî hatin şewitandin û kuştin, hîn jî cenazeyê 16 kesan nehatiye dîtin. Malbatan gelek caran nimûneya xwînê dan saziyên tiba edlî, lê belê bi tu awayî encam jê dernektin. Malbatên ku du salên ji bo cenazeyên zarokên xwe bibînin tev digerin, dixwazin kêlikek gora zarokên wan jî hebe. Li aliyekî malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe tev digerin li aliyê din jî li wê qada ku bi dehan mirov lê hatin şewitandin û kuştin, çêkirina avahiyê TOKÎ'yê didome. Ji vê qadê heta niha 3 cenaze hatine derxistin û tê texmînkirin ku hîn jî cenaze li vê qadê hene. Ji bo çêkirina avahiyên TOKÎ'yê raweste malbatan gelek caran serî li dozgeriyê da, lê belê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.
‘KEÇA MIN TÊ XEWNA MIN'
Hezne Aslan ku di dema qedexeyê de 2 zarokên xwe winda kirin, anî ziman ku wan cenazeyê kurê xwe Saîd ê di dema qedexeyê de hat kuştin wergirtiye, lê belê wan cenazeyê keça xwe Hacerê nedîtiye. Dayik Aslan, got ku ji bo vê wê du caran nimûneya xwînê daye. Aslan anî ziman ku keça wê di jêrzemîna yekemîn de hatiye kuştin û ev tişt got: "Bi şev carinan keça min tê xewna min. Divê rayedar aqûbeta cenazeyan diyar bikin."
TEVÎ 7 ZAROKÊN XWE LI BENDA HEVJÎNÊ XWE YE
Taybet Gokhan, hevjîna Osman Gokhanê ku hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin, anî ziman ku zarokên wê dixwazin kêlikeke bavê wan jî hebe. Gokhan dest nîşan kir ku herî dawî navê hevjînê wê di jêrzemîna yekemîn de derketiye û wiha got: "Du sal in her roj heman tiştî dijîm. Tevî 7 zarokên xwe her sibeh em li bendê ne ku hevjînê min vegere." Gokhan diyar kir ku gelek cenaze di nav molozan de winda bûne. Gokhan, got ku du meh berê xesûya wê miriye û berî bimire nimûneya xwînê daye, lê belê hîn jî cenaze nehatiye dîtin.
Navê 16 kesên di dema qedexeyê de hatin kuştin û cenazeyên wan nehatine dîtin wiha ne: Feride Yildiz, Sakine Durmiş, Mardin Çelebi, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyin Dervişi, Servet Aslan, Serdar Pişkin, İdris Susin, Ali Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray, Ruken Alpaslan, Mustafa Keçanlu û Emrah Aşkin.